Karwanê Hêzên Amerîkî û HSD'ê ji Qereqozaqê Gihîşt Kobanê

Hêzên Amerîkî li koban û Qereqozaqê

Karwanek ji wesayitên zirxî yên Amerîkayê roja Şemiyê gihîşt Kobanî, Karwanê hêzên Amerîkî ku ji çend zirêpoşên leşkerî pêk tê derbasî bajarê Kobanê bû.

Hêzên Amerîkî bo navbeynkariyê bi hêzên HSDê û şanda Tirkiyê re çûbû herêma Qereqozaqê.

Li gor agahîyên gihane Dengê Amerîka, hatina hêzên Amerîkî jibo vê herêmê demkî ye û bi mebesta navbênkarî û çavdêrîkirina bicîhanîna hin lihevhatinan di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û Tirkîyê de ye.

Ji xalên vê lihevhatinê ku hatine zanîn, veguhestina gora Silêman Şah ji gundê Aşmê yê Kobanê ku li ser sînor e jibo cîhê wî yê berê li cem pira Qereqozaqê, herwiha derxistina şênîyên ku bixwazin bi dilxwazî ji bajarê Minbicê ber bi rojhilata Feratê ve derkevin. Lê ta vê kêlîyê ti xalên lihevhatinê nehatine bicîh anîn bê ku sedem werin eşkere kirin.

Hêzên Amerîkî berî ku derbazî bajarê Kobanê bibin, çûbûn pira Qereqozaq, ku di çend rojên borî de pevçûnên giran li wê derê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê û komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve ne qewimîbûn û ew pir niha di bin kontrola HSDê de ye.

Li gorî agahiyan, dibe ku her kêlî şer derkeve û balafirên bê mirov ên Tirkiyê li herêmê digerin.

Şanda Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro derbarê rewşa Minbicê û Bendava Tişrînê de gotûbêj kirin. Piştî muzakereyên li nêzî Pira Qereqozaqê, konvoya leşkerên Amerîkî derbasî Kobanê bû.

Li gorî agahiyên bi dest Dengê Amerîka ketine, danûstandin bi ser neketin û negihiştin ti encam û lihevhatinan.

Your browser doesn’t support HTML5

Hêzên Amerîkî li Pira Qereqozaqê û Bajarê Kobanê