Berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat roja Çarşemê ragihand ku, opreasiyona ji aliyê Amerîka ve tê piştevanî kirin ya li dij dewleta Îslamê DAIŞ'ê, piştî têkçûna Wê li Reqa, operasiyona li rojhilata Sûriyê tê berdewam kirin dê bileztir bimeşe.
Talal Silo berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê bi rêya telefonê gote ajansa Reuters, piştî roja Sêşemê rizgarkirina bajarê Reqa ji aliyê HSD'ê ve hat ragihandin, şervanên li dij Reqa şer dikin ewê herin li Dêrezorê li rojhilata Sûriyê berdewmiyê bidin şerê li dijî DAIŞ'ê.
Ji hejî gotinê ye, ku doh roja Sêşemê, bajarê Reqa bi temamî ket jêr kontrola şervanên HSD'ê, lê jiber mana hin ciyên gomana hebûna çekdarên DAIŞ'ê hene, heta niha bi şêweke fermî rizgarkirina Reqa nehatîye ragihandin.