Pevçûn di Navbera HSD'ê û Grûpên Çekdar de Yên bi Piştgîriya Tirkiyê Zêde Dibin

Endamên Jin yên Hêzên Sûriya Demokrat

Çavdêrîya Sûrî Bo Mafên Mirov SOHR, îro Şemîyê ragihand ku li gundewarê rojhilatî yê parêzgeha Helebê, li bakurê welat, rûbirûbûneke leşkerî ya nû derketîye, şer û pevçûn bi bombebarana hevbeş di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk HSD û komên ku Tirkîyê piştgirîya wan dike gur bûne.

SOHR radigihîne ku hêzên HSD'ê ku piraniya wan Kurd in, cihên girêdayî komên Artêşa Niştimanî bi mûşekan li nêzîkî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq kirine armanc.

Artêşa Tirkiyê bi topxaneyê gundê Aslankî yê başûrê bajarê Kobanî topbaran kir, di encamê de sivîl birîndar bûn û ziyanên madî gihiştin malên wan.

Vê jî bixwîne: SOHR: Hêzên Amerîkî li Herêma Kobanê Bingehekê Demkî yê Çavdêriyê Ava Dikin


Di nav bûyeran de pevçûnên tund êvara Înê di navbera Firqeya Sultan Silêman Şah (El Emşat) û Hêzên Sûriya Demokratîk de li derdora gundê Qelqel pêk hat, ku hêzên HSD'ê derbasî gundê El-Sa'îdeyn bûn, yê li gundewarê rojhilatê Helebê, di encamê de 7 endamên firqeya "El-Emşat" hatin kuştin.

Di vê çarçoveyê de, hêzên Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve, topbarana xwe li ser bajarê Kobanê li gundewarê Helebê zêde kirin û ev yek jî bo sedema zêdebûna alozîyan li herêmê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD'ê Şemiyê danê sibê ragihand ku ji sibeha roja Pêncşemê ve, di dema rûbirûbûna êrîşên wan yên li ser gundewarên başûrê rojhilatê Minbicê de, 22 endamên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û nêzîkî 25 kesên din jî birîndar bûne.

Raport ji herêmê radigihîni ku şer û pevçûnên tund di navbera HSD'ê û çekdarên Artêşa Niştimanî de li çend deveran li derdora Minbicê jî qewimîn, ji wan derdora kela Necm û derdora bendava Tişrîn li başûrê Minbicê. Li gundên Um El Kif û Til El Laban li bakurê bajarê Til Temrê, bêyî ku agahiyên derbarê ziyanên canî werin ragihandin.

Jêder: SOHR/Alhurra