SOHR: Li Dêrezorê Hêzên Koalisyona Navnetewî û HSD'ê Rahênanên Leşkerî yên Hevbeş Encam Dan

Dîmeneke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî

Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Koalîsyona Navdewletî û HSD'ê çek û cebilxaneya zindî di rahênana hevbeş ya leşkerî de li parêzgeha Dêtrezorê kar anîn

SOHR dibêje, dengê teqînên mezin hatin bihistîn dema rahênanên serbazî yên hevbeş bi guleyên rasteqîn û zindî ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dij DAIŞ'ê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)'ê de li Zeviya Petrolê ya El-Omer dihatin kirin, hevdem ligel firîna berfireh ya firokên keşfê yên li hindavî gundewarê Dêrezorê.

Doh jî, hêzên “Koalîsyona Navdewletî” rahênana leşkerî li bingeha gaza “Koniko” li gundewarê Dêrezorê pêk anî bû.

Wan hêzên çekên giran û yên dij-firokeyan, astengkirina êrîşa dronan wek simbolîk û armancên xeyalî bikar anîn, SOHR got.

Jêder: sOHR