Analîz: Ji Rewşa Nû ya Sûriyê Kurd Zrarmendên Yekê Ne

Hêzên Sûriya Demokratîk

Roja Şemiyê di gotareke xwe ya analîtîk de ajansa Reuters bal kişand ser rewşa nû ya li Sûriyê û bandora ser rewşa Kurdan ku berî 13 salan herêma xwe ya otonûm ava kirîye.

Reuters radigihîne ku kurdên Sûriyê dixwazin destrkefityên xwe yên ku di 13 salan de bidest xistine biparêzin, dema ku komên bi piştgîriya Tirkiyê êrîşî wan dikin û û komên bi piştevaniya Enqerê li Şamê desthilat girtine dest.

Kurd koma etnîkî ya bêdewlet ku li Iraq, Îran, Tirkiye, Ermenistan û Sûriye hene, ew yên ku ji rewşa niha ya nakokbar li Sûriyê yên herî kêm sûdmend in. Ku wan di aloziyên li Sûriyê de çareêkek ji axa Sûriyê kontrol kirine û di dest wan de ye. Ew weke komeke hêîzdar tên naskirinû hevlabendên bihêz yên Amerîka ne di şerê li dij DAIŞê de.

Lê piştî ku Heyet Tehrîr El Şam ya Îslamî di vê mehê heta Şamê kontrol kir û rejîma Esed rûxand, li gor du şirovekar û dîplomatekê rojavayî gotine Reuters "dixweyê ku yên herî zirarê ji rewşa nû ya Sûriyê dibînin dê kurd bin."

Aaron Lundy, endamê Navenda Navdewletî li Washington, dibêje Kurdên Sûriyê "di nav tengasiyek pir kûr de ne."

"Balansa li Sûriyê bi awayekî berçav di berjewendiya komên çekdar yên alîgirên Tirkiyê guherî û xuya ye ku Tirkiye bi biryar e ku bi tevahî ji vê yekê sûd werbigire."

Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, pêşveçûnên leşkerî li dijî hêzên kurdî bi serkêşiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê pêk anîne.

Fanar el-Kayîtî, karbidestekî payebilind di rêveberiya Kurdî de, ji Reutersê re got ku dûrxistina Esed, ku partiya wî bi dehan salan zordestiya Kurdan kiriye, derfetek ji bo yekkirina welatê parçebûyî peyda kir.

Wî got ku rêveberî amade ye bi Tirkiyê re danûstandinan bike, lê şerê li bakur nîşan da ku Tirkiyê "niyetek pir xerab heye."

"Ev teqez dê bibe sedema pevçûnek nû li herêmê." Wî got.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê gotbû ku ew çaverê dike ku welatên biyanî piştgirîya xwe ji hêzên Kurdî re paşve bikşînin, ji ber ku Enqere hewl dide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku serkêşîya hevbendîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike marjînal bike.

Li ser pirseke ajansa Reutersê, karbidestekî Tirk got ku bingeha pevçûnê ne dîtina Tirkiyê ya li ser herêmê ye، "PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rêxistinên terorîst in."

"Divê PKK û Yekîneyên Parastina Gel YPG, dest ji çekan berdin û ji Sûriyê derkevin." Wî karbidestê Tirk got.

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê Mazlûm Ebdî hebûna endamên PKKê li Sûriyê qebûl kir û got, wan di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya wan kiriye û di egera agirbesta ligel Tirkiyê de dê vegerin malên xwe. Wî endamtiya rêxistinî ya bi PKKê re red kir.

Di vê navberê de, li Şamê, serkirdayetiya nû bi dilgermî ji Enqerê re nîşan da û got ku ew dixwaze hemû Sûriyan vegerîne bin desthilata navendî, ku ev yek dikare bibe asteng li pêşiya desentralîzasyona ku Kurd dixwazin.

Di demekê de ku Tirkiyê rasterast piştgiriya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike, lê ligel welatên din Heyet Tehrîr el-Şam wek rêxistineke terorîst bi nav dike ji ber ku berê girêdayî Qaîde bû.

Dîplomatekî payebilind ê rojavayî got, lê tê bawer kirin ku Tirkiye bandoreke mezin li Heyat Tehrîr el-Şam heye.

Serkirdeyê Tehrîr El-Şam Ehmed El Şaraa ji rojnameyeke Tirkî re got ku hilweşandina Esed "ne tenê serkeftina gelê Sûriyê ye, lê serkeftineke gelê Tirkiyê ye."

Rayedarê Tirk got ku grûpa Heyet Tehrîr El Şam tu carî di bin kontrola Enqereyê de nebûye û got ku ev avahiyek e ku "ji ber şert û mercan me pê re nîqaş kir" û da zanîn ku gelek welatên din jî wisa dikin.

Kurdên Sûriyê bi serkêşiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel Kurd, piştî serhildana 2011an li dijî Esed, piraniya bakurê Sûriyê kontrol kirin, rêveberiya xwe ava kirin û nexwestin ji Sûriyê cuda bibin.

Siyaseta wan giraniyê dide sosyalîzm û femînîzmê, ku bi tevahî ji siyaseta Îslamî ya Heyet Tahrîr El-Şam cuda ye.

Xaka wan berfirehtir bû dema ku Amerîka tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bû di hemleya li dijî DAIŞê de û piraniya navçeyên Ereban kontrol kirin.

Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ku Tirkiyê piştevaniya wê dike, piştî ketina Esed û kontrolkirina Minbicê di Kanûnê de, dîsa dest bi êrişa xwe li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Waşîngton navbeynkariya agirbestê kir, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk got ku Tirkiye û hevalbendên wê pabendî vê yekê nebûn û karbidestekî Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî got, ti rêkeftineke wiha tune.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Kurd pêşengiya wê dike hevalbendê Amerîka ye û roleke sereke di têkbirina xîlafeta Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Sûriyê de lîstiye û piştevaniya Amerîka ji wê hêzê re, têkiliyên bi Tirkiyê re aloz kiriye. Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken hişyarî da ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) erkê xwe pêk bînin û hîn jî parastina girtîgehên ku bi deh hezaran girtiyên girêdayî DAIŞê tê de ne.

Rêvebiriya Serokê Amerîka Joe Biden ragihand ku hêzên Amerîkî dê li Sûriyê bimînin, lê Serokê hilbijartî Donald Trump dikare wan vekişîne dema ku di meha Çile de dest bi kar bike.

Trump di dewra xwe ya yekem de hewl da ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, lê li hundir û ji aliyê hevalbendên Amerîkî ve rastî zextan hat.

Di nameya 17ê Kanûnê de ji Trump re, karbidesta payebilind a Kurd li Sûriyê Îlham Ehmed got ku Tirkiyê berî ku Trump dest bi kar bike xwe amade dike ku êrişî bakurê rojhilatê Sûriyê bike.

"Plana Tirkiyeyê heye ku di warê parastina îstiqrarê û têkoşîna li dijî terorê de destkeftiyên bi salan hatine bidest xistin tehdîd dike. Em bawer dikin ku hêza we heye ku hûn pêşî li vê felaketê bigirin," Ilham Ehmed di peymaa xwe ya jibo Trump got.

Jêder: Reuters