Çima Êrîşên DAIŞ'ê li Sûrîyê Zêde Dibin?

Hêzên sûriya demokrat li Reqayê

HESEKE — Navenda ragihadina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de kuştina rêberekî DAIŞê yê payebilind li bajarê Reqayê ragihad.

HSD’ê di daxuyanîya xwe de got ku "Di Operasyoneke ewlekarî ya asê û taybet de li navenda bajarê Reqayê rêberê herêma Rojhilat ya rêxistina terorîst DAIŞ hat kuşt.”

HSD’ê nasnameya rêberê DAIŞ yê armanckirî eşkere kir, ku navê wî Ebû Mucahid e û navê wî yê rast (Ibrahim el-A'lî) ye. Ew hemwelatîyê Sûrî ye.

Li gorî navenda ragihandina HSD’ê, ew operasyon ji alîyê hêzên wê yên taybet (YAT) û bi alîkarîya hêzên Koalisyona Navnetewî û Hêzên Dijî Terorê li Herêma Kurdistana Îraqê (CTG) pêk hat.

Asta Êrîşên DAIŞê Zêde Bûye!

Ev operasyona HSD’ê ya hevbeş di demekê tê ku DAIŞê careke din zêde aktîv bûye.

Vê jî bixwîne: SOHR: DAIŞ'ê li Dêrezorê Pirtir ji 20 Leşkerên Sûrî Kuştin
Vê jî bixwîne: SOHR: Di Êrîşa DAIŞê de li Reqa 10 Leşkerên Rejîma Sûrî Hatin Kuştin

Li herêmên HSD’ê, DAIŞ di heyama 13 rojên borî de 11 êrîş dijî HSD pêk anîn.

Li çolistana Sûrîyê, DAIŞê çar êrîşên mezin li parêzgehên Dêrezor, Reqa û Hemayê pêk anîn, û ya herî tund ji wan li bajarê Meyadîn li rojhilatê Dêrezorê bû. Di encam de 43 kes hatin kuştin, ku 41 ji wan hêzên rejîmê bûn û 2 şofêrên tankeran. Ji bilî wan, bêtirî 17 birîndar ketin.

Çavdêr bawer dikin ku piştî kuştina xelîfê DAIŞê, Ebo Huseyên Qaureşî, û hatina rêberê nû yê rêxistina terorîst Ebû Hefs el Haşimî el Quraşî dixwaze bi rêze êrîşên pîlankirî li Sûrîyê destpêkirina qonexeke nû ragihîne.

Lêkoler Vê Yekê Tekez Dikin:

"Daişê bi van rêze êrîşan dixwaze mesacan bighîne alîgirên xwe ku bêje ew bi kuştina lîderan tune nabe" Mistefa Mistefa got.

Li gor navendên lêkolînan, hejmara çekdarên rêxistina DAIŞê li bejahîya Sûrîyê, ku 30% ji xaka Sûrîyê dike, nêzîkî 7-8 hezar e.

Ev hejmar ji bilî hejmara çekdarên wê yên wek şaneyên veşartî li herêmên HSDê ne.
Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), têkilî navbera Îranê û Daişê li Sûrîyê heye.

SOHR hin belge di vî warî de weşandine. Di yek belgeyan de tê gotin ku hevdîtin navbera milîsên Îranê û Daişê pêkhatin.

Dengê Amerîka nikarî bû bi awayekî serbixwe van îdîayan piştrast bike.

Rojnamevan Lamara Erkendî bawer dike ku hêzên rejîma Sûrîyê û hevalbendên wê di şerê dijî DAIŞê de li bejahîya Sûrîyê ne rijd in, û ev yek DAIŞê li bejahîya Sûrîyê bihêz dike.

Li gor, Erkendî ku Îranê DAIŞê di nakokîyên xwe li gel Rûsîyayê bikar tîne bi rêka ku Îranê rê dide Daişê li bejahîya Sûrîyê bihêz bibe û êrîşan pêk bîne.

"Nakokîyên Îranê û Rûsîyayê û pêşbirka wan li Sûrîyê, ku her yek ji wan dixwaze Artêşa Sûrîyê bixe bin bandora xwe de sedemek ya aktîvbûna Daişê ye" lamara Erkendî got.

Aktîvbûna DAIŞê li Sûrîyê di demekê tê ku aborîya rejîma Sûrîyê têk diçe, û lîreya Sûrîyê digihêje asta herî nizim di dîroka dirava Sûrîyê de.

Her wisa Daişê li herêmên HSDê jî aktîv dibe, ev nîşane li gorî hin şopîneran ku Daişê amadekarîyên êrîşên berfireh dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport_Daiş aktîv dibe(1).wav