SOHR: Li Hesekê Hîndariya Leşkerî ya Hevbeş ya Hêzên Amerîka û HSD'ê Pêk Hat

Arşîv: Endamên HSD'ê ku Amerîka li Sûriyê piştevnaiya wan dike, di dema amadekariyên şer û hîndariyê de.

Hêzên Amerîkî û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Duşemê li bingeha Qesrekê li gundewarê bakurê Hesekê dest bi hîndariya leşkerî ya hevbeş kirin.

Li gor Çavdêriya Sûriya ya Mafên Mirov (SOHR), firok, top û teqemenîyên zindî di hîndariyê de hatine karanîn, û xelkê herêmê dengê teqînan bihîstîye dema ku wan êrîşî armancên sexte dikirin.

Weke SOHR radigihîne ku firoke beşdarî wê rahênana leşkerî ya hevbeş bûne ku di çarçoveya xebatên bilindkirina amadebaşiya şer de tê.

Li aliyekî din, SOHR ragihand ku berî demeke kin berevaniya esmanî ya Amerîkî li bingeha Xerab El Ceyir li nêzîkî Rimêlanê êrîşeke nû ya dornan ku ji aliyê grûpên Îran piştgirîya wan dike, pûç kir. Firoka bê firokevan berî ku bigihêje armancên xwe li wê derê hatibû xistin.

Malpera Hindistan Times Duşemê ragihand ku êrîşeke mezin li dijî bingeha leşkerî ya El Omer li Sûriyê pêk hatîye ku Hêzên Amerîkî lê dimînin. Malperê got ku "Herî kêm 30 mûşek arasteyî bingehê hatin kirin."

Bingeha El Omer li rojhilatê çemê Firatê ye, li nêzîkî yek ji mezintirîn zeviyên petrolê yên Sûriyê. Li gor nûçeyeke El Mayadeen TV, êrîş ji hundirê Sûrîyê pêk hatîye.

Jêderên SOHR jî radigihînin ku di êrîşên herî nû de, bingeha leşkerî ya hêzên Amerîka El Omer li rojhilatê Dêrezorê û bingeh Xerab El Ceyir li gundewarê bakurê Hesekê, ketine ber êrîşên komên ser bi Îranê ve.

Jêder: SOHR/Hindistan Times