HRW: Divê Tirkîye Vekolîna Kuştina Sîvîlan li Herêmên Kurdan Bike

Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) îro Sêşemê got ku divê Tirkîye hêzên xwe yên ewlekarîyê kontrol bike û vekolînê li ser kuştina sîvîlan di dema operasyonên polîsan de bike.

Human Rights Watch got, wê kuştina 15 sîvîlan belge kiriye, lê komên mafên mirovan yên xwecîhî, ji meha Tîrmehê vir ve, pirtir jî 100 kuştina sîvîlan ragihandine.

Hêzên ewlekarî yên Tirk di meha Tîrmehê de, li hember PKK dest bi operasyoneke nû kiribû û dawî li agirbestê anîbû ku ji du salan vir ve berdewam dikir.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di meha Mijdarê de soz dabû ku ewê operasyonan bidomînin, heta ku mîlîtan hemî bêne şikandin.

Human Rights Watch bi berdewamî da zanîn ku dewleta Tirk li gelek taxan qedexe kiriye ku rûniştvan derkevin kolanan û herwiha av, xwarin û elektrîkê wan kesan qut kirine.

"Divê hikûmeta Tirk demûdest hêzên xwe yên ewlekarîyê kontrol bike ku zêdegavî û karanîna hêzeke pir mezin rawistîne û kuçtina sîvîlan di operasyonan de vekole, “lêkolêra Çavdêrîya Mafên Mirovan ya serekî Emma Sinclair-Webb got.

"Redkirin yan jî veşartina tiştên ku li Herêma Kurdan diqewimin wê tenê bawerîya Kurdan xurttir bike li herêmê operasyonên polîs û leşkeran li hember komên çekdar yên Kurd bê sînor in – qanûn jî tuneye."