HRW Hişyarî Dide ku Jîyana Sîvîlên Yemenî Were Parastin

Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan (HRW) xema xwe bi dîyar dike ku di êrîşeke esmanî ya koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî de, herî kêm 29 kes li Yemenê hatin kuştin.

Human Rights Watch bang li hêzên ku di operasyonê de cîh digirin dike ku vekolînekê ser vê kuştinkarîyê bike.

HRW herwiha dazwaz ji Amerîka, ku piştgirîya lojîstîk û îstixbaratî dide koalîsyonê, jî dike ku tedbîrên pêdivî bo parastina sîvîlan misoger bike.

Dîrektorê Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur Joe Stork got, ew di xemê de ne ku qanûnên şer tên binpê kirin û jimareke mezin ya sîvîlan bi vi awayî tên kuştin.