HRW: Hikûmeta Tirkîyê Ser Medya, Dadgeh û Sîyasetvanan Givaştinan Çêdike

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW), ku navenda wê li New Yorkê ye, rapora xwe ya sala 2023'yan weşand.

Di raporê de ser hikûmeta Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hat gotin ku otorîter e.

Li gor raporê, hikûmeta otorîter ya Tirkîyê zextan li ser rêberên muxalefetê çêdike û li wî welatî medya û dageh têne guvaştin.

HRW dîyar dike ku her çiqas li rojhilata Tirkîyê pevçûnên artêşa Tirk û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) li gor salên berê kêm bûne jî, Tirkîyê giranîya xwe daye ser operasyonên leşkerî yên li Îraq û bakurê Sûrîyê.

Ev rêxistin bi bîr dixe ku hikûmetê ser êrîşa 13’ê Mijdarê ya li Stenbolê PKK tawanbar kiriye, lê wê ev sûcdarkirin red kiriye.

Di raporê de gotinên Erdogan yên dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku hevbenda Amerîka ye, û operasyona pêkan ya Tirkîyê jî cîh girtin.

HRW’ê bal kişand ser zextên li ser rêvebir û parlamanterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî.

Wê rêxistinê dîyar kir ku hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag girtî ne û bi bîr xist ku tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa biryar daye ku Demîrtaş were berdan jî ew hîn di girtîgehê de ye.

Di raporê de tê gotin ku doza girtinê HDP’ê jî hîn li Dadgeha Qanûna Bingehîn e.

Jêder: HRW