Rêxistina Navnetewî Human Rights Watch (HRW) roja Pêncşemê raporteke berfireh bi sernavê “Her tişt bi Hêza Çek e: Binpêkirin û Bêcezakirin li herêmên ku Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê dagîr kirine”, weşand.
Raporta HRW ku binpêkirinên giran ji mafên mirov re li herêmên bakurê Sûrîyê ku di bin destê artêşa Tirk û çekdarên opozisyona Sûrî de ne, belge dike, herwiha radigihîne ku Tirkîye li bakurê Sûrîyê dewleteke dagîrker e û jiber kiryarên hêzên Tirk û grûpên girêdayî wê, berpirs e.
Parêzer û çalakvanê mafên mirov Îbrahîm Şêxo ji Dengê Ameîrka re da zanîn ku bêdengîyeke navnetewî li hember Tirkîyê heye, loma raporta HRW pir girîng e.
“Raporta HRW rastîya Tirkîyê eşkere dike, ku gelek binpêkirinan li herêmên dagîrkirî weke Efrîn û Serêkanîyê dike, herwiha ew dewleteke dagîrker e li Sûrîyê û jiber binpêkirina mafên mirov berpirs e, ev helwest jî jibo berevanîya jiber gelê bin dagîrkerîyê de pir girîng e”, Şêxo got.
Raporta HRW destnîşan dike ku Tirkîye bi rêya artêş û dezgehên xwe yên îstixbaratê, him kontrol û him jî rasterast çavdêrîya “Artêşa Netewî ya Sûrî” dike, herwiha kontrola rêvebirina herêmên dagîrkirî bi rêya parêzgehên Tirkîyê yên li ser sînorê Sûrîyê, dike.
Raport li ser zarê cîgirê rêvebirê Rojhilata Navîn yê HRW, Adam Coogle, dibêje ku, "Karbidestên Tirk ne tenê temașkerên binpêkirinan in, lê weke dewleta dagîrker berpirsyar in û di hin rewşan de ew rasterast tevlî sûcên şer yên eşkere bûne.”
Derbara encamên ku pêkane ji vê raportê derkevin, Îbrahîm Şêxo dîyar kir ku, “Raporta HRW dikare bibe hokareke sereke daku em di siberojê de civaka navnetewî hişyar bikin û li dadgehên navnetewî jî dozan vekin û gilîya sûcdaran bikin daku werin darizandin û givaştinê li Tirkîyê jî bikin ku ne tenê desthilata defakto ye li herêmê lê ew hêza dagîrker e”.
Hêjayî gotinê ye ku raporta HRW herwiha dîyar dike ku wan hewl daye Tirkîyê li ser mijarên raportê û encamên lêkolînên berfireh têxe nava dîyalogê, ku du caran name ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê re şandibû, lê ev name rastî bêdengîyê ji alîyê Tirkîyê ve hatine.
Your browser doesn’t support HTML5