Efrînî Hember Qirkirina Cîndiresê Bertekên Xwe yên Xurt Didomînin

Jindires, Afrin

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) bang li Tirkîyê kir ku derbarê qirkirina 4 kesan ya di Newroza Cindirêsê de derheqa 3 endamên çekdar yên Artêşa Netewî ya Sûrîyê, lêpirsîneke zelal û serbixwe veke.

"Sê endamên komên çekdar yên girêdayî Artêşa Netewî ya Sûrîyê, ku Tirkîye piştgirîya wê dike, di 20ê Adara 2023an de li bajarokê Cindirisê ya bakurê rojavayê Sûrîyê, dema ku wan cejna Newrozê pîroz dikir, gule li malbateke Kurd reşandin û ji heman malbatê 4 sîvîlan jîyanên xwe ji dest dan.”

Cîgirê rêvebirê Rojhilata Navîn ya HRW, Adam Coogle, got ku ev kuştin piştî pênc salan ji binpêkirinên mafên mirovan yên piştguhkurî yên bi destê hêzên Tirkîyê û komên Sûri yên bin kontrola wê çêdibe.

Coogle got ku Tirkîyê destûr da wan çekdaran ku bê tirsa cezakirinî zêdegavî li kesên li herêmên bin kontrola wan dijîn bikin û Enqere xwe jî davêje xeterîyê ku di wan binpêkirinan de bibe şîrik.

Şîrovekar Bilind Efrînî kuştina 4 Kurda ya di dema pîrozkirina Newrozê de dinirxîne û siberoja Efrînê ya bin dagirkerîya Tirkîyê şîrove dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Qirkirina Cîndiresê û Siberoja Efrînê ya Bin Dagirkerîya Tirkîyê