HRW: Îran Kolberên Kurd Dikuje

Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW) îro Duşemê ragihand ku Îranê dijî kolberên Kurd hêza tund û kujer bikar tîne.

Kolber ew kes in ku di navbera Îran û Îraqê de li herêmên asê kelûpelan bar dikin.

HRW dîyar dike ku kolber li hember binpêkirinan dijî wan nikarin xwe bigihînin rêkên dad û hiqûqê, û karbidestên Îranê li hember kolberan desteserkirî kiryarên xirab dikin.

Li gor ragihandina HRW’ê, Kurdên Îranê ji demeke dirêj vir ve di bin givaştinan de ne û ew rewş jî wan paşguh dike.

Nebûna kar û hêjarî ji wan sedeman in ku mirovên li herêmê neçar dihêlin ew bi rêkên qanûnî û ne qanûnî wek barhilgir kar bikin.

Ji bilî metirsîyên ku hêzên ewlekarî yên Îranê çêdikin, îşê kolberîyê jiber zehmetîyên xwe yên fîzîkî jî dijwar e û xeterîyan çêdike.

United for Iran, ku komeke mafên mirov e, dide zanîn ku piranîya kolbaran mêr û zarokên kur in ku ji 13 heta 65 salî ne û di nav wan de jin jî hene.

Karbidestên Îranî dîyar dikin ku ew jibo sekinandina qaçaxîyê hêzên xwe bikar tînin û dibêjin ku ew li şûna ku karên debarê yên kolberan rawestînin, dixwazin rêkên nû yên berfireh vekin.

Lêkolerê Îranê yê HRW’ê Nahid Neqişbendî got ku "bikaranîna hêzên kujer yên dijî kolberên Kurd, yek ji rêkên din yên zextên dijî Kurdan e ku ew hem ji alîyê civakî ve hem jî ji alîyê aborî ve tên paşguhkirin.

‘’Karbidestên Îranê divê li herêmên sînorê rêkên aborîya domdar pêşve bibin ku ew civak jibo debarê xwe li kolberîya ser sînor negirin.’’

HRW’ê jibo raportê ji Cotmeha 2021’an heta Nîsana 2024’an bi 13 kolberên Kurd yan nasên qurbanîyan re axivî ku wan ew ji hêzên tund û kujer yên Îranê sax filîtîne û yan ew tevger dîtine.

Şeş ji wan kesan dîyar kir ku hêzên ewlekarî yên Îranê ew kirine armanc û gule li wan berdanee û dîtine ku gule li hin kesên din jî ketine.

Du kesan got ku hêzên ewlekarîyê yên Îranê du nasên wan yên kolber kuştine.

Yekî jî got ku piştî ku wî pêlî mayînekê kiriye lingê wî qut bûye.

HRW’ê ser belgeyên dadgehê yên ji êrîşa çekdarî û peqîna mayînê sax filîtîne vekolîn kir ku ji wan yên du kesan bi peqîna mayînê parçeyên laşên wan qut bûbûn.

Sê kesan got ku hêzên ewlekarîyê yên Îranê bi heqaretan ew desteser krine û li wan xistine.

Serokê berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî, ku di rojên borî de canê xwe ji dest da, dema bi komên Kurd re dicivî, dîyar dikir ku li şûna ku karên kolberan ne qanûnî were hesibandin, divê ew rêkên qanûnî vekin.

Ji 2020’an vir ve hikûmet û hin parlamanterên Îranê dibêjin ku divê jibo kolberan hin tedbîrên nû werin sitandin, jibo pêdivîyên wan yên civakî û aborî destek werin dayîn û dijî wan hêzên kujer neyên karanîn.

Jiber kiryarên tund yên dijî kolbaran ji wan bi sedan kes bi encamên kujer re rûbirû man.

Ajansa Medya ya Kurdistanê, ku bi navê Kurdpa tê zanîn, dibêje ku ji 21’ê Adara 2023’yan heta 21’ê Adara 2024’an herî kêm 44 kes hatine kuştin û 463 kes jî birîndar bûne.

Kurdpa dîyar dike ku berpirsên pirtir 80 ji sedê wan kuştinan hêzên leşkerî ne û ji wan kuştîyan herî kêm 28 ji sedê wan zarok in.

Wê ajansê di nûçeyekê de jî da zanîn ku ji 2011’an heta 2024’an li Kurdistan, Kirmanşah û Azerbaycana Rojava, ku herêmên Kurd yên Îranê ne herî kêm 2,463 kolber hatine kuştin û birîndar bûne.

Jêder: HRW