HRW Dibêje Îsraîl bi Derbiderkirina bi Zorê Tawanên Şer Dike

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov, Human Rights Watch (HRW) îro Pêncşemê di raportekê de ragihand ku desthilatên Îsraîlê bi dara zorê gelek Filîstînîyên li Gazayê derbider kirine.

HRW di raporta xwe ya dawîn de dibêje ku kiryarên Îsraîlê tawanên şer û yên dijî mirovahîyê pêk tînin.

HRW herwiha li ser rewşa mirovahî ya xirab li Kerta Gaza jî hişyarî dide.

"Me dît ku ji cîhûwarkirina bi darê zorê berbelav bûye û delîl nîşan didin ku ew bi awayekî sîstematîk û beşek ji sîyaseteke dewletê ye. Kiryarên bi vî rengî di heman demê de tawanên dijî mirovahîyê ne," di raporê de hat gotin.

Artêş û wezareta derve ya Îsraîlê heya niha ser rapora HRW ya îro ti daxuyanîyek nedaye, lê karbidestên Îsraîlê berê tawanên bi rengî red kiribûn û gotibû ku hêzên wan li gor hiqûqa navneteweyî tevdigerin.

Hêjayî balkişandinê ye ku hiqûqa navnetewî ya jibo şerê çekdarî derbiderkirina sivîlan ya bi darê zorê ji herêmên dagîrkirî qedexe dike, ger jibo ewlekarîya sivîlan yan jî jibo sedemên leşkerî yên mecbûrî hewce nebe.

Îsraîl sala borî dest bi êrîşên ser Kerta Gazayê kir, piştî ku çekdarên Hamasê êrîşî başûrê Îsraîlê kiribû, ku li gor karbidestên Îsraîlî, nêzî 1200 kes kuştibûn û zêdetirî 250 kes jî wek dîl revandibûn.

Jêder: Reuters