HRANA: Îranê Rojnamevan Nazîla Marûfiyan Jinûve Girtiye

Wêneyeke Rojnamevan Nazîla Marûfîyan, ku wê li ser hesabê xwe yê X di 13’ê Tebaxa 2023’an de belav kiriye.

PARIS — Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) doh Sêşemê ragihand ku karbidestên Îranî rojnemavan Nazîla Marûfîyan jinûve girtine, du rojan piştî berdana wê ji girtîgehê.

Nazîla Marûfiyan roja Yekşemê ji girtîgeha Evîn ya Tehranê hat berdan û piştre wê di medya civakî de wêneyekî xwe yê bê hicab belav kir, dijî qanûnên tund yên cilûbergên jinan yên Komara Îslamî ya Îranê.

Rojnemavan Nazîla Marûfîyan

"Koletîyê qebûl nekin, hûn ya herî baş heq dikin!" Marûfiyan nivîsand.

HRANA ya ku bingeh li Amerîka ye da zanîn ku malbata Marûfîyan jinûve girtina wê piştrast kiriye û ew bo girtîgeha jinan ya Qerçik hatiye şandin.

Rojnemavan Nazîla Marûfîyan cara yekê di Mijdara borî de hatibû girtin, jiber ku bi Emced Emînî re hevpeyvîneke kiribû.

Emced Emînî, bavê jina ciwan ya Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ye, ku di 16’ê Îlona borî de, Tehranê dema desteserkirîbû di bin çavan de jiyana xwe ji dest da, ku bi îdiaya binpekirina rebazên hicabê ya Îranê hatibû girtin.

Kuştina Emînî ya 22 salî bû sedema protestoyên bi mehan ku ciwan û jinan pêşengî kir.

Di hevpeyvînê de, Emced Emînî desthilatdarên Îranê tawanbar kiribû ku ew ser sedemên mirina keça wî Jîna derewan dikin. tawanbar kir.

Marûfîyan ya 23 salî wek Jîna ji bajarê Seqiz ya li eyaleta Kurdistanê ye û li Tehranê rojnamevanî dikir.

Ew cara yekê di Mijdara borî de hat girtin û piştre hat berdan.

Lê, Marûfîyan di Berfanbarê de ragihand ku 2 sal cezayê girtîgehê li wê hatiye birîn, lê ew ceza bo 5 salan hatiye rawestandin, jiber propagandaya dijî sîstemê û belavkirina nûçeyên derew.

Li gor rêxistinên mafên mirovan, Marûfîyan di serê vê Tîrmehê de dîsa hat girtin û bo girtîgeha 'Evîn' hat şandin.

Hevdem, li Îranê gelek jinên pêşeng yên din jî hê girtî ne.

Wêneyeke Sepideh Gholian, dema di Adara 2023’an de ji girtgîha Evîne derdikevê.

Aktîvîsta sendîqayan Sepideh Qilyan (Gholian) di Adarê de, çend seat şûnda jinûve hat girtin, piştî ku ew bê hijab ji girtîgehê derket û dirûşmên dijî Ayetullah Alî Xamineyî qîr kir.

Nîlofer Hamidî, 3 rojan berîya mirina Jîna Emînî rewşa wê ragihandibû û Elaha Mihemedî jî bo raqihandina merasîma cenazeya Emînî çûbû Seqizê.

Herdu jî niha bi tawanên binpêkirina ewlekarîya netewî têne darizandinn, ku ew bi tundî red dikin.

Li gor Komîteya Parastina Rojnamevanan, li Îranê di tepeserkirina xwepêşandanên Emînî de 95 rojnamevan hatin girtin, tevî ku piranîya wan niha bi kefalet hatine berdan.

Jêder: VOA