Kongres Îro Dengdanê Ser Lêpirsînkirina Serok Trump Dike

Qanûndanerên Amerîkî plan dikin ku îro Pencşemê dengdana yekê li ser lêpirsînkirina (împîçkirin) Serok Donald Trump bikin, di heman demê de ku Civata Nûneran ya Amerîkî biryar dide ku peyvajoyeke çawa bi kar bîne.

Dengdan wê bibe nîşane ku piştgirîyeke çawa ji lêpirsînê re heye ku ew peyvajo di 24ê Îlonê de destpê kiribû.

Demokrat, ku 224 ji 435 kursîyên Civata Nûneran kontrol dikin, bi piranîya basît ya dengan dikarin pêşnîyara xwe derbaz bikin.

Demokrat di pêşnîyarê de daxwaza rûniştinên civakî yên vekirî û eşkerekirina naveroka axaftinên telefonî yên Trump di civînên nepênî de dikin.

Komarî, Demokratan bi binpêkirina mafên Trump û veşartîhiştina tevahîya peyvajoyê tawanbar dikin.

Demokrat îdia dikin ku Trump di axaftina telefonî ya 25ê Tîrmehê de ji Serokê Ukraynî Volodymr Zelenskiy xwest ku lêpirsîna hember hevrikê wî yî Demokrat Joe Biden û lawê Hunter, ku rêvebirekî kompanya Burisma ya Ukraynî, bide destpê kirin.

Ger Civata Nûneran peyvajoya lêpirsînkirinê erê bike, hîngê li Civata Senatoran ya bin kontrola Komarîyan doza dadgehkirina Trump destpê dike û divê du ji sê 100 senatoran anku 67 kes piştgirî bide mehkûmkirina Serok Trump.