Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya Encûmena Nûneran li Ser Êrîşên Tirkiyê

Congresmen Gregory Meeks, Michael McCaul

Washington, D.C. Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran Gregory W. Meeks (Demokrat) û endamê Rêvebir Michael McCaul (Komarî) derbarê rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek bo raya giştî weşand û daxuyanî wehaye:

"Piştî teqîna ku di destpêka vê mehê de li Stenbolê bû sedema mirin û birîndarbûna sivîlan, endîşeya ewlekariya netewî ya Tirkiyê ya rewa heye. Lê zêdebarî wê jî, em ji êrîşên dawî yên Tirkiyê yên li ser Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê gelek nerihetîn.
Ev dibe gef li ser hewildanên bizehemt yên jinav birina DAIŞê, ev di wî çaxî de ye ku DAIŞ êrîşên xwe yên terorîst didomîne di heman demê de ku hewl dide xwe biçek bike û ji nû ve xwe rêk bixe.

Em daxwazê ji Serokomar Erdogan dikin ku dev ji her tevgerekê berde ku şiyana Koalîsyona navnetewî ya misoger kirina têkbirina DAIŞ'ê ji holê rake, û bibe asteng li hember têkbirina yekcarî ya vê grûpa terorîst ya stemka û bibe sedema gefê li ser jiyana sivîlan li Sûriyê".