Civata Nûneran ya Amerîkîa îro Înê careke din nikarî serokekî nû hilbijarta.
Komarîyên ku di Civata Nûneran de piranî ne, Serokê Komîsyona Dadwerîyê û nûnerê eyaleta Ohio Jim Jordan wekî berbijarê xwe yê bo posta seroktîyê dîyar kiribû.
Lê, di dengdana cara sisêyan ya îro Înê de, Jordan careke din bi ser neket ku 217 (di şertên normal de 218) dengên pêdivî bi dest bixe ku bibe serokê Civata Nûnera.
Di dengdana îro de Jordan tenê 194 dengên hevalên xwe yên Komarî sitandin û 25 qanûndanerên Komarî dijî wî deng dan.
Di dengdanê de, wek carên berê berbijarê Demokratan Hakeem Jeffries, ku nûnerê New Yorkê ye, tevahîya 210 dengên nûnerên partîya xwe birin.
Di dengdana îro de Serokê Demkî yê Civata Nûneran (Speaker Pro Tempore) Patrick McHenry 6, kandîdê berê Steve Scalise 8 û serokê berê Kevin McCarthy jî 2 deng sitandin û 8 Komarî jî dengên xwe dan namzetên din.
Serokê Civata Nûneran yê berê Kevin McCarthy di 3'ê Cotmehê de ji posta xwe hatibû dûrxistin.
Dû re, Komarîyan Kongresmanê Louisiana , Steve Scalise wek kandîdê xwe dîyar kiribû, lê wî jî nikarîbû dengên pêdivî bi dest bixista ku bibe serok.
Di Civata Nûneran de Partîya Komarî xwedîyê 221 kursîyan e û Partîya Demokrat jî xwedîyê 210 endaman e.
Hêjayî balkişandinê ye ku Civata Nûneran, beşa jêrîn ya Kongresa Amerîka ye û bi giştî 435 kursîyên wê hene.