Polîsê Hong Kong Êrîşî Xwepêşanderan Dike

Li Hong Kong polîs îro Şemiyê bi gazên rondikrêj êrîşî xwepêşanderan kir ku bi hezaran tevlî rêveçûneke bê rêdan bûbûn li dijî bersivdana lawaz a polîs li êrîşa çeteyan a rojekê berê.

Hin vîdyoyên ku rojnamevanan îro Şemiyê li ser Internetê belav kiribûn, diyar kir çawa polîs li îstgeha tirênê êrîşî xwepêşanderan dikin.

Cihên kar girtî man û rûniştvanên Yuen Longê newêribûn derkevin derve.

Yuen Long taxeke bi qerbalix e ku berê bingeheke pîşesazî bû, pêwendiya beşekî ji rûniştvanên wê bi çeteyên alîgirên Çînê hene.

Herêm, roja Şemiyê cihekî vala bû, û navendên bazirganî û xwarinên wek McDonalds lê girtî bûn.