Hollande: Tirkîye û Rûsya Şerê li Sûrîyê Gurtir Dikin

Serokomarê berê yê Fransa Francois Hollande dîyar kir ku esmanê Efrînê û Gutaya Rojhilat divê bo firînê werin qedexe kirin.

Hollande ji Le Monde re da zanîn ku li Sûrîyê sîvîl têne kuştin û divê sîvîlên temamê Sûrîyê werin parastin.

Hollande dîyar kir ku divê Serokomarê Fransa Emmanuel Macron piştgirîya bo Kurdan bidomîne û bi rêka toleyan jî li ser Rûsya zextê çêke.

Serokomarê berê yê Fransa, Tirkîye û Rûsya bi gurkirina şerê li Sûrîyê tawanbar kir.