Hollanda Balyozê Xwe yê li Tirkîyê Vedikişîne

Wezareta Derve ya Hollanda ragihand ku balyozê xwe yê li Enqere ya paytaxta Tirkîyê vekişandîye.

Wezaretê dîyar kir ku Enqere bi awayekî erênî li germkirina peywendîya Hollanda û Tirkîyê nanêre.

Di Adara 2016’an de, di navbera Tirkîye û Hollanda de kêşeyên dîplomatîk qewimîbûn û balyozê Hollanda Cornelis Van Rij, ji wê deme vir ve li Laheyê dima.

Balyozê Tirkîyê yê li Laheyê Sadık Arslan jî piştî kêşeya dîplomatîk vegerîyabû Enqerê û bûbû şîrevetanê serokomarîyê.

Wezareta Derve ya Hollanda, hefteya borî dabû zanîn ku bo germkirina peywendîya Lahey û Enqere hin hevdîtinên payabilind dikin.