Tevî Krîza Sîyasî, Rêjeya Firotinê li Amerîka Bilind Bûye

Raporteke Mastercard îro Çarşemê ragihand ku rêjeya firotinê di demsala behnvedanê ya 2018'an de 5.1 ji sedê bilindtir bûye û giheştiye 850 mîlyar dolaran ku ew jî rêjeya herî bilind ya şeş salên borî ye.

Kompanya firotinê ya ser înternetê Amazon.com jî ragihand ku wê di firotinên îsal de rekor şikandiye. Nirxê wê şîrketê 5 ji sedê bilindtir bû.

Dîsa, nirxên kompanya Kohl’s Corp 4.2 ji sedê, ya Macy’s Inc 3.6 ji sedê, ya Nordstrom Inc 3 ji sedê û ya Target Corp û Walmart Inc 1 ji sedê bilind bûn.

Xurtbûna asta firotinê nîşan dide ku tevî rewşa sîyasî ya aloz ya Washingtonê û krîzên heyî, bandorên neyênî li ser kirîyaran nekirine.

Herwiha, kompanya Mastercard Inc û Visa Inc, ku du torên mezin yên kredîtkart in, jî ragihand ku nirxê wan 2 ji sedê bilind bûye.