Holanda Balyozxaneya li Kîevê Jinûve Vedike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Holanda dê balyozxaneya xwe ya li Kîev yê paytexta Ukrayna îro Înê jinûve veke.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Derve ya Holanda ragihand.

Hêzên Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kiribûn û Holanda du rojan piştî wê karmendên xwe yên dîplomatîk ji wir vekişandibûn.

Holanda hefteya borî balyozxaneya xwe ya li Lviv ya li rojavayê Holanda jinûve vekir.

Wezîrê Derve yê Holanda Wopke Hoekstra dîyar kir ku tîma balyozxaneya xwe dê bi karbidestên Ukraynî û hevbendên din yên vegerîyane wî welatî re bi awayekî nêz bixebite.

Fransa jî di nav de, hin welatên Ewrupa di rojên borî de dîyar kiribûn ku wan balyozxaneyên xwe jinûve veguhestina Kîev yê paytext.