Polîsê Holanda: Peqîna Nameyên Mîne Kirî li Postexanan

Amsterdam

Polîsê Holandî, ji Amesterdam ragihand ku sibeya roja Çarşmê li joreka avahîyê rêveberîya dayîreya postê ya li Amsterdam peqînek pêkhat lê kesek birîndar nebû.

Polîs di hesaba xwe ya twîterê de dinivîse," Çarşemê sibê berî demjimêr 8:00, peqîn li jora postê li avahiyê bazirganî çêbûye, peqîn ji egera nameyek bombekirî pêkatîye û kesek birîndar nebû".

Peyvdarê bi navê polîsan gotîye"karmendekî dengê xişxişekê bihîstîye" wî jî, pakêt avîtiye, piştî avêtî yekser peqînek sivik pêkhatîye.

Peqîna duyê her îro Çarşemê, li başûrê welat li bajarê Kerkrade yê nêzîk sinorê Almanya pêkhatî ye, peqîn li jora taybet ya postê grûba kompaniya Japonî Ricoh rû daye.

Polîs dide zanîn, ku nameya sêyan ya gomana bombekirinê heyî li ABN AMRO bank şaxê banka Maastricht hatîye dîtin, lê polîs dibêje, ew mausê komputerê bû.

Ev meheke karbidestên Holandî lêkolînan li ser postên bombe kirî dikin, ku tê texmîn kirin çavkanîya wan hemû gefan yek kes be, ku di meha bûrî da jî çend cih aramnc girt bûn.