Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro Sêşemê di çarçoveya operasyona ewlehîyê ya li Kampa Holê ya rojhilata Hesekê jina Êzidî ya duyê dîtin.
YPJ ku girêdayî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) e, heya dema amadekirina vê raporê di derbarê rewşa jina Êzidî ti agahî û hûrguliyên dîtina wê belan nekiribû.
Lê, li bende ye ku di demjimêrên bê de YPJ-HSD wê bi daxuyanîyekî van agahîyan eşkere bikin.
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn bi hevkarîya HSD’ê li kampa Holê ev 20 in ku operasyoneke bi nave “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê“ rêve dibe; piştî zêdebûna bûyerên tundrew yên li kampa Holê wek qonaxa duyê ya operasyona “Ewlehî û Mirovahî”.
Hêjayê gotinê ye ku di roja 9’an de ya operasyonê de jî, jineke Êzidî hat rizgar kirin
ku ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve bo ku nasnameya xwe veşêre,dihat tehdîd kirin.
YPJ’ê herwiha di hefteya duyê operasyonê de, 4 jinên ku ji aliyê şaneyên DAIŞê ve bi zincîran hatibûn girêdan û îşkencekirin, rizgar kir.
Hêjayê bîrxistinê ye ku di operasyona mirovî û ewlehîyê de heya niha zêdeyî ji sedî 50 ji kampa Holê hatiye kontrol kirin, ya ku di 25’ê Tebaxê de destpê kiribû.
Di encama operasyonan de heya niha derdora 121 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatine girtin, di nav wan de 15 jin hene.
Her wiha 16 tunelên ku DAIŞ’ê bo veşartin û êşkenceyê bi kar dianî, hatin xetimandin û 119 kon jî hatin rahiştin.