Çarenivîs û Metirsîya Kampa Holê li Sûrîyê

Li Kampa Holê ya taybet bi malbatên Daişê, ku li rojhilatê Hesekê ye, pirtir ji 40 hezar kes lê dimînin.

Li kampê 7 hezar zarokên navbera 7 û 12salî hene ku Daiş wan bi hêsanî dike leşker.

Hêzên Sûrîya Demoratîk (HSD) ji 2019an vir ve 3 oprasyonên ewlekarî yên berfireh li kampê darxisitin ku hêzên ewlekarîya hindurîn û koalîsyona navnetewî jî alîkarî dan.

Tevî hemû oprasyonan, Daişê hîn jî dikare li kampê rêxistina xwe nû bike.

Giringîya kampa Holê ji bo Daişê û xeterîya wê ya jibo Kurdan û cîhanê çi ye?

Biryar e, koalîsyon di sala 2025an de li Îraqê û di 2026an de li Sûrîyê erka xwe ya leşkerî bi dawî bike. Gelo wê çarenivîsa Kampa Holê wê demê çi be?

Eger hat û Tirkîyê êrîşek li wir pêkanî, gelo wê rewşa kampên Hol û Roj û girtîgehan çi be?

Mijara Rojê van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî li ser du beşan gotûbêj dike:

Sîyamend Elî, berpirsê ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Rojnamevan Hoşeng Hesen û lêkolîner Emced Kurdo.

Jibo guhdarîkirina vê bernameyê, kerema xwe kin fayla deng vekin:

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_Siberija_Kampa_Hol_11_18_2024