Di Operasyona Ewlekarî ya Kampa Holê de 85 Bergumanên DAIŞê Hatin Girtin

Oprasyona ewlekarî li kampa Holê 85 sûcdar û hevkarên DAIŞê hatin girtin.

Hêzên ewlekarîya Hindrîn îro sêşem 6mehê bi presskonfiransekî bidawîanîna Oprasyona kampa Holê ragihanid.

Asayîş encama Oprasyona ku ji 27 meha bûrî destpêkir û heya 5 vê mehê dernegî şevê bidawî hat ji bo raya giştî eşkere kir.

Di encama oprasyonê de 85 sûcdar û hevkarên DAIŞê hatin girtin. Û berpirsê kamap Holê di Rêxistina Daişê de di oprasyonek derdora kampê hat kuştin.

Berpirsê ragihandina YPG Sîyamend Elî ji Dengê Amerîka re eşkere kir di nava girtîyan de berpirsekî Şer´î li kampê hat girtin.

"Ebû Sifiyan hate kuştin ku destî wî di kuştina zêdeyî 80 kesî de heye ew û şaneyên girêdayî wî, di encama oparasiyonek taybet de hate kuştin." Sîyamend Elî got.

Wekî din di encama oprayonê de miqdarek mezin ji çek,nayîn û çibil xane hatin desteserkirin. Her wisa 5 tonelên biner hatin xitmandin.

Li alîyekî din, fermandarên YPJ ji Dengê Amerîka re dibêjin ku yek ji encamên herî giring ya oprasyonê rizgarkirina jinek Êzîdî bi navê Kovan Xirto.

Yek ji fermandarên YPJ Rengîn Argêş dibêje ku ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî ji kampê wan amadekarîyên dikin.

"ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên mayî li kampê emê karek berfirehtir bikin." Rengîn Argêş Fermandareke YPJ got.

Li alîyekî din, rêveberîya kampa Holê da zanîn ku yek ji encamên giring yên oprasyonê nûkirina data ku bi rêveçûna oprasyonên ewlekarî de hemû nav û imze yên rûniştvanên kampê hat nûkirin.

Rêvebira kampa Holê Cîhan Henan dibêje ku ev yek karê wan hêsan dike.

"Me gelek astengîyên teknîkî di belgekirinê dikşîn in ". Cîhan Henan got.

Hêzên ewlekarîya Hindrîn di daxuyanîya xwe bal kişand ser 5 endamên xwe ku di encama êrîşek dironek Turkîyê ser xala hêzên wan li Qamişlo cane xwe ji dest dan.

Asayîşê tekez kir , endamên wan amadekarîya hatina Holê dikriin, dema ku hatin armacn girtin.

Li gorî amarên dawî yên rêveberîya kampa Holê ku rûniştvanên kampê derdora 44000 hezar kes in , ji wan 16700 sûrî ne, 20144 îraqî, 6612 biyanî ji 56 welatan ne.