Rêjeya Berdanê li Duhokê Zêde Dibe

Amarên fermî nîşan didin ku rêjeya berdanê di nav bera jin û mêran de, li Parêzgeha Duhokê, li Herêma Kurdistanê salane ber bi zêdêbunê ve diçe, bi taybet di sê salên dawî de.

Li gor amarên fermî yên ku dadgeha blind ya Duhokê dane Dengê Amerîka, Hejmara tevahî ya dosyeyên berdanê ku ji aliyê dadgehê ve hatine pesend kirin di sala 2019an de 384, di 2020an de 490, herwisa di sala 2021an de 517 dosye hebûn. Ev hejmar li gor salên borî bi şêweke zelal bilind bûye, ku di salên 2003an de bi tenê 52, di 2004an de 81 û 2005an de 94 dosye bûne.

Datayên fermî diyar dikin ku cûdahî di avbera hejmara pêkînana hevjînîyê di 2021an de ku 3688 bûn, digel hejmarên berdanê di heman salê de %14.5 ye. Ev rêjeya cudahiyê di salên berê de her çende ber bi zêdebunê diçû lê gelek kêmtir bû ji van salên dawîyê, ku di 2003an de %03, di 2004an de %1.9, di 2005an de %03.2 bû.

Karbidest û şareza dibêjin egerên darayî, civakî, bikaranîna teknolojîya serdem bi awayekê nerast û belavbûna diramayên biyanî yên ku bo zimanê Kurdî hatine wrgerandin, sedemên sereke yên bilindbûna rêja berdanê ye. Lê hin şareza amaje bi çend sedemên din jî didin, ku ew sedem vedegerin bo têgehiştina xortan bo jiyana serdem.

Parêzer Rêvîng Yassîn gote Dengê Amerîka, “Bi şêweyekê giştî rêjeya berdanê di navbera ciwanên di jiyê 25 heta 30 salî de pir zêdeye, nexasim yên di jiyekê biçûktir de ne, hin hene di jiyê li jêr 18, 16 û 15 salî de li dadgehê tên mare kirin, herwisa hin jî jiber heza seksî di jiyekê biçûk de hevjînîyê pêk tînin.”

Calakvana Civakî Xebat Amêdî behsa çend fakterên din dike yên ku dibin sedema bilindbuna rêjeya berdanê û dibêje “Aborîya xirab û bêkarî li herêmê gelek bandora xwe heye liser mezinbûna arîşên xêzanî. Herwisa belavbûna diramayên biyanî li ser tilevizyonên Kurdî wel gencên me dikin ku çav li van diramayan bikin”

Herwisa, sebaret ‘Diramayên Biyanî’ parezer Rêvîng Yasîn got “Diramayên biyanî yên bûne egerê şêwandina kelturê Kurdî û belavkirina kelturekê seqet, ku berdan kiriye tiştekê gelek asayî di nava civakê de, û herwisa çav lêkirinê jî gelek karîgerî heye”.

Prêzer Rêving Yasîn dîsan dibêje, “keftina teknolojyayê didestê civakeke paşkeftî de bûye egerek ku bawerî kêm bibe û xîyanet zêde bûye. Di gelek dozan de ku min li ser kar kirî ye û nihe jî ez li ser çendan kar dikim, ji ber nemana baweriyê dilê her du hevjînan jêk sar dibe û çê dibe ku çi rastîyek jî bo nebe”

Parezer Rêvîng Yassîn amaje kir, berî dadhgeh razî bibe li ser biryara cudabûnê, ew hevjînan rewaney vekolêrên civakî dike û wî got “Me vekolerên civakî hene lê ne di astê pêwîst da ne”

Lêkolera civakî Dr. Samya Saeed Xalid û çalakvan di biwarê tundûtîjîyê li dijî jinê, di wê bawerîyê de ye ku egerê sereke yê bilindbûna rêjeya berdanê vedgerîte ve bo têgehiştina ‘jinê’ bo pêk amîna jiyana Hevjjînîyê “ keçên noke hez dikin di azad û serbixwe bin û hevsengî di navbera wê û hevjînê wê de hebe bo desthilatê ” her wisa wê zêde kir û got “zelam hêjta helgirê wê hizra civakîye ewa berê xwe dide jinê bi rengekê kevin, ne yê goncay li ser vî serdemî. Û yê neşêt xwe ji karîgerîya daybaban xilas bike ku helgirên hizrên berê ne bo jiyanê, û bişêt wê jiyanê bo jina xwe berhev biket ya ku wê divêt”

Dr. Samya amaje bi wê kir ku “jinên noke pitir di hişyarin di mafên xwe de, ew dizanin ka jiber çi şî dikin. Pêdivîye jiyana wê ya hevjînîyê li gor hizrûbîrên wê be ne yên keseke din”. Herwisa wê got “Di nava civakê me de xêzan gelek mayê xwe di jîyana hevjînanse diken bi taybet ewên biçûk. Hêj komelgeha me di wê beweriyê de ye ku, eger tu keçeke biçûk bînî dê şêy weke xwe mezin kikî, bê ku rêz li azadî û xewnên wê bête girtin, yên ku wê bo paşerojê hene.”

Dr. Samya gote Dengê Amerîka ew di gel marekirina di bin jiyê 18 salî de nîne “Di yasayê de tawane gencên jêr jiyê 18 salî de bên mare kirin û jiyana hevjînîyê pêk bînin lê di gelek deman de, da ku kuştin çê nebe dadgeh biryara marekirina wan dide ji bo ku jiyana wan bête parastin bi taybet eger wan peywendî digel hev hebe çi evîndarî yan jî sexsî, lê li dawîyê eve nabîte çareserî bo arêşê û her li dawiyê cudabûn çêdibe”

Dr. Samya got “keçên me hêjta ne gehiştîne wê astê ku hizirbikin divê ez jî kar bikim û dahatekî peyda bikim da ku jiyana xwe ya hevjînîyê baştir bikim, hêj keçên me yê di wê hizrê de ku zelam divê kar bike û wê xwedî bike, û hemî pêtivîyên wê dabîn bike.”