Hişkesalî li Herêmên Bakur Û Rojhilatê Sûriyê

Your browser doesn’t support HTML5

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di nav de herêma Cizîrê jî, çendî diçe rûberên keskatî kêm dibin û bêavî serdest dibe. Pispor dibêjin guherîna klîmayê, girtina ava çemê Dîxcle û Firat ji aliyê Tirkiyê û kêm baran barîn, dibin sedem ku 70% ji erdê herêmê hişk bibe.