Hizbullah Dibêje Ew Piştgirî Dide Hewilên Ser Agirbesta Lubnanê

Cîgirê Serokê Hizbullahê Naîm Qasim îro Sêşemê got ku ew piştgirîya hewildanên ser agirbesta Lubnanê dikin.

Qasim dîyar kir ku ew piştgirîyê didin hewilên Serokê parlamana Lubnanê Nebîh Berrî ku di demên dawî de jibo sekinandina girjîya li Lubnanê danûstandinan dike.

‘’Em piştgirî didin wan danûstandinan ku ji alîyê Berrî ve jibo agirbestê têne meşandin. Piştî ku dîplomasî jibo agirbestê bi ser ket em dikarin ser hûrgilî û biryarên din jî bipeyîvin.’’

Wî di daxuyanîya xwe ya dawî de cara peşî negot ku agirbesta Gaza jibo sekinandina êrîşên dijî Îsraîlê şertê wan yê pêşî ye.

Qasim got ku ger Îsraîl şer bidomîne ewê rojên pêş yên herêmê jî şer dîyar bike.

Rvebirê Hizbullahê dîyar kir ku kanînên wan didomînin û got ku ew sebir nakin ku bi yekîneyên Îsraîlî yên Lubnanê re şer bikin.

Hizbullahê piştî gurbûna şerê Hamas û hêzên Îsraîlî jibo piştgirî bide koma Filîstînîyan muşek firandin Îsraîlê.

Rêberên Hizbullahê sala borî jimareke caran ragihandibû ku heta li Gaza agirbest çêdibe ewê êrîşên dijî Îsraîlî nesekinîne, lê gotinên Qasim nîşan didin ku Hizbullahê dev ji wê polîtîkayê berde.

Îsraîl di demên dawî de her şev êrîşan dibe ser navendên Hizbullahê yên li başûrê Beyrutê û hêzên Îsraîlê îro Sêşemê bi operasyonên bejayî êrîş birin ser herêmên din jî.