Îsal li bajarê Wanê û derdorê wê baran û berf hindik barî û ev jî li ser cotkarî û sewalkarîyê bandorek neyînî dike.
Li gor pêzanînên Wezareta Çandinî û Daristanan ya Tirkîyê di nava 12 mehan de bajarê Wanê û hejmarek bajarên din di nava cîhên ku herî ji hişkesalîyê zirar dîtî de cîh digirin.
Serokê Odeya Endezyarên Çandinîyê yê Wanê Engîn Işik got ku wan di mehên dawîyê de li jimareke bajaran gerîyayê û bi çavê xwe dîtiye ku rewşa cotkar û sewalkaran jiber hişkesalîyê pir xirab e.
“Jiber vê rewşê hilberîn kêm bûye û tiştên xwarinê dê pir buha bibe. Em niha nani 1,5 TL dikirin û dibe ku piştî 3 meh din buhayê nan bibe 3 TL.”
Işik dibêje ku jiber heman rewşê êmê heywanan jî bîhabûyê û sewalkar jiber vê yekê hewil didin sewalên xwe bi erzanî bi firoşin.
“Dibe ku di nava cend mehan buhayê goştî erzan bibe, lê piştî ku heywan hatin firotin û hilberîna wan ne hate kirin, êdî goşt dest nakeve û buhayê wê jî dê pir zêde bibe.”
Işik anî ziman ku cotkar benda alîkarîya dewletê ne û divê dewlet soza alîkarîyê bide wan.
“Divê dewlet ji cotkaran re bêje ku heywanên xwe nefiroşin û çî hewce be ezê bo we bikim. Cotkar jî hêvîya wê gotinê ne. Îro jî hin cotkar telefonî min kir û got ku rewşa me pir xirab e û ji min pîrsî ku gelo jiber vê hişkatîyê dewlet dê alîkarîyê bide wan? Rastî em jî li benda alîkarîye ne û divê dewlet erka xwe bîne cîh.”
Hêjayî balkişandinê ye ku li 41 bajarên Tirkiye hişkesalî rûdaye û taybetî li bajarên Kurdan erdên ku genim, ce, nîsk hatin çandin bandêra wê giran bûye.
Your browser doesn’t support HTML5