Hiqûqzanên Jin Bal Dikşînîn Ser Rewşa Girtîyên Nexweş yên Jin li Tirkîyê

HDP MP Ayse Acar Basaran

Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan yên li Tirkîyê dîyar dikin ku rewşa girtîyên nexweş her ku diçe xirabtir dibe.

Ew destnîşan dikin ku ger girtîyên nexweş bo dermankirin û lênerîna rekûpêk neyên berdan, dibe ku ewê gelek ji wan girtîyan jîyanên xwe ji dest bidin.

Berdevika Meclîsa Jinê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran ser binpêkirinên mafan li girtîgehan û rewşa girtîyên nexweş li Enqrê bi nûnerên jin yên rexistinên hiqûq û mafan û herwiha bi parêzerên jin re civî.

Parêzerên Komela Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD), parêzerên hiqûqa civakî, parêzerên Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz(OHD), parêzerên Komela 29'ê Cotmehê û jimereke jin tev li civînê bûn

Başaran di civînê de ser mijarê axaftine kir û bal kişand ser binpekirênên li girtîgehan, rewşa jinên girtî û binpekirênên taybet yên dijî wan.

“Em heya niha bi gelek jinan re hatin ba hev. Îro jî me xwest bi jinên hiqûqzan re bicivin. Hun jî baş dizanin ku li girtîgehan gelek mafên girtîyan bi taybet jî yên jinan têne binpêkirin.”

Başaran da zanîn ku jin di girtîgehan de jin du qat zêdetir rastî êşkence û destdirêjîyan tên.

HDP MP Ayşe Acar Başaran met with right groups and women lawyers in to discuss human rights abuses in prison 2,11,2022, Ankara,Turkey

Wê dîyar kir ku li girtîgehan gelek mafên girtîyan tên binpê kirin û girtîyan jin jî rûbirûyê lêgerîna tazî dimînin.

“Hun jî baş dizanin ku li girtîgehan gelek mafên girtîyan bi taybet jî yên jinan têne binpê kirin. Gava girtî jin bin pirsgirêk zêdetir dibin. Lêgerîna tazî dijî tevahîya girtîyan tê kirin.Lê gava girtî jin be, lêgerîna tazî tê wateya destdirêjî û bê rûmetkirinê. Em helwesta hember girtîyên nexweş ji ser rewşa Aysel Tugluk dikarin bibînin,” Başaran got.

Li gor rexistinên mafan û ragihandinan li Tirkîyê pirtir ji 290 kes li zindanan girtî ne û hejmareke bilind yên girtîyên nexweş hene ku ew nikarin bigehêjin mafên xwe yên dermankirinê yan lênerîna saxlemîyê ya rekûpêk.

Rêvebira Koordînasyona Jinê, Leman Kîraz jî ser saxlemîya girtîyan sekinî û wiha got:

“Em baş dizanin ku desthilatdarî bi zanebûn dixwaze civakê têxe nav alozîyan. Ew armanc dikin ku hawirdoreke kaosê çêbe. Jiber ve yekê, niha tiştên ku îro li zindanan têne kirin jî ev e. Îro li girtîgehan ev kaos heye. Heke em jîn bi hevra têbikoşin wê gavê em dikarin dijî van polîtîkayên desthilatdarîyê derkevin,” Kîraz got.

Li gor statîstîkan li Tirkîyê her sal hejmara girtîyan zêde dibe ku herî dawî di 2021’an de ji % 10.1 zêde bûye.

Di rapora Konseya Yektîya Ewrupa de jî tê dîyar kirin ku niha li gor şênîyê hejmara girtîyan herî zêde li Tirkîyê ye.

Hun dikarin temamî ya raportê ji ser lînka jêr gohdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hiqûqzanên Jin Li Ser Rewşa Girtîgehan Li Enqerê Civîyan