Wezîra Derve yê Hîndistanê Meenakashi Lekhi îro Pêncşemê ragihand ku Hîndistan hem bi Amerîka û hem jî bi Rûsya re ser bingeha berjewendîya dualî xwedîyê peywendîyên dostane ye.
"Hîndistan hem bi Amerîka û hem jî bi Rûsya re xwedîyê peywendîyên nêzîk û dostane ye. Peywendîyên bi her du welatan re jî ser bingeha nirx û prensîban têne revebirin," Lekhi got.
Wê ev daxuyanîya li parlementoya Hîndistanê ser pirsa "gelo şerê Ukrayna bandor li peywendîyan kiriye yan na", da.
"Hindistanê, ser şerê li Ukrayna banga rawestandina demûdest şer û vegerandina rêya dîplomasî û dîyalogê kir," Lekhi got.
Hîndistan di deh salên borî de jiber xurtbûna Çînê ya ser sînorê wê, zêdetir nêzî Amerîka bû lê, çekên xwe piranî ji Rûsyayê dikire.
Hîndistan heya niha êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna şermezar nekiriye û ti tole dijî wê dîyar nekirine; tenê welatê serekî ya nêzî Amerîka ku di wê helwestê de ye.
Serokê Amerîka Joe Biden roja Seşême helwesta Hîndistanê ya dijî êrîşkarîya Rûsya Rexne kir û got ku heya niha tenê Hîndistan di nav koma welatên QUAD (Awustralya, Hindistan, Japonya û Amerîka) de helwesteke sist nîşan daye.
Dîplomatekî Amerîkî, piştî serdana New Delhi ya di vê hefteyê de, ji Reutersê ragihand ku Amerîka amade ye ku jibo peydakirina bêtir alavên leşkerî û enerjîyê alîkarîya Hîndistanê bike ku pêbendbûna xwe bi Rûsya re kêm bike.
Pisporên herêmî bal dikşînin ku ji tivingan heta rokêtan, nêzî % 60 ji çek û alavên leşkerî yên Hîndistanê ji Rûsya tên û buheyê wan ji yên Amerîka erzantir in.