Hejmara Hindayên li Kalîfornîya 600 Derbaz Kir

Serokê Amerîka Donald Trump dê sibê Şemîyê serdana Kalîfornîya, ku bi şewata daristanan ya herî kujer û wêranker ya dîroka xwe re rû bi rû maye, bike.

Karbidestên agirkujîyê radigîhinin ku ji sê paran pareke şewatê hatiye kontrol kirin.

Di şewata li bakurê Kalîfornîya de heta niha 63 kes jîyana xwe ji dest dan. Dîrokzan dîyar dikin ku li Kalîfornîya, di şewatên daristanan de ti carî ewqas kes nehatibûn kuştin.

Li gor agahîyên dawî, hejmara hindayên li Paradise ya Kalîfornîya, ku şewatê ew der bi temamî kavil kir, gêhişt 631’an

Trump li ser Twitterê karbidestên Kalîfornîya rexne kiribû û dîyar kiribû ku sedema çêbûna şewtan rêvebirina xirab ya daristanan e.