Hilbijartinên Giştî yên li Tirkîyeyê bi Dawî Hatin

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û hevjîna wî, Emine, li Stenbolê dengên xwe didin.

Hilbijerên li Tîrkîyê bo cara 17’ê jibo hilbiijartina parlamenteran diçine ser sindoqan. Hilbijartinên giştî her çar salan carek têne kirin û 50 milyon û 189 hezar û 930 hemwelatî wê di van hilbijartinan dê dengê xwe bidin.

Bi giştî Li Tirkîyeyê, li 85 herêmên hilbijartinê 199 hezar û 207 sindoqan de, dê deng werin avêtin. Ji 15 partîyên sîyasî 7 hezar û 492 berbijar û 203 namzedên serbixwe, dê bi giştî 7 hezar û 695 namzed jibo 550 kursîyên parlemanê, tev li hilbijartinan dibin.

Ji alîyê dinêva 2 milyon û 568 hezar û 977 hemwelatîyên Tirkîye yên ku li derveyê welêt dijîn, ji 10 Gulanê vir ve, li 25 derîyên gumrukê, dengê xwe didin.

Li Dîyarbekirê bi giştî 850 hezar hilbijêr hene. Walîyê Dîyarbekirê Mustafa Toprak, di 10’ê mehê de daxûyakirin ku ji bo nav Dîyarbekir, navçe û gundê wê, 3 hezar û 502 sindok hatine saz kirin. Ji bo her sindoqek, 2 peywirdar hene. Herhiwa ji bo ewlehîya sindoqan jî, 8 hezar û 700 polês û leşker hatine wezîfedar kirin. Di hilbijartinên salên berê da, polês û leşker herî nêz 100 mîtro dikaribûn li sînorên sindoqan bisekinin lê îsal bi qirarek fermî ev dûrî ji 100 mîtro daket 15 mîtroyan. Nunerên Kurdan, li ser vê yekê nerazîbûn nîşan dan û dîyar kirin ku zêdebûna hêzên ewlekarîyê dê bibe egera bandora neyînî li ser hilbejêran.

Li gor agahîyên ku me ji partîyan bidestxisit, ji bo ewlehî û encama dengên sindoqan, bi hezaran kes bi muşahîdîyê hatine wezîfedar kirin. Muşahîd ji destpêka deng danê heta dawîya rojêe û hilbijartina dengan, li dora sindoqan disekinin û encamê ewil jî ji agahî û pêzanînên muşahîdan tên bidestxistin.

Herwiha 100 ewuqat jî dê ji bo ku bêhiqûqîyek neqewime, li bajêr dê li ser kar bin. Hêjayê gotinêye ku bi dehan heyetên bîyanî, herwiha rojnamevan û sîyasetvan jî, ji bo çavderîyê hatin herêmê.

Li Dîyarbekir jî 15 partîyan namzed hatine nîşandan lê li herêm û Dîyarbekirê giranîya Partîya Dad û Pêşvebirinê AKP û partîya Kurdan, Partîya Aşitî û Demokrasîyê BDP zêdetir e. Hawê ku tê zanîn ji bo Dîyarbekirê, AKP 11 namzed, BDP jî 6 namzedên serbixwe nîşan da. BDP, ji ber benda % 10 ya, bi namzedên serbixwe bi navê Bloka Ked, Aşitî û Demokrasîyê dikeve hilbijartinê û ji 39 bajaran, 61 namzedan nîşan da.

Dengdan, Dîyarbekir jî tê da, li 32 bajarên rojhilata Tirkîyeyê katjimêr 07:00’an de destpê dike heta 16:00 ( çarê berê Êvarê). Li Bajarên rojavayê jî 08:00’an de destpêdike heta 17:00( pêncê berê êvarê dewam dike. Encamên fermî dê piştî 21:00’ê êvarê werin eşkere kirin.