Nivîskar Işik Encamên Hilbijartinên Tirkîyê Dinirxîne

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de nivîskar Fehîm Işik encamên hilbijartinê herêmî li Tirkîyê şîrove dike.

Birêz Işik dibêje, berevajîya texmînên wî AKP dengên xwe zêde kirin û CHP jî têkçûneke mezin xwar.


Işik herwiha dibêje, BDP di hilbijartinê de serketî ye û bi qezenckirina 3 şaredarîyên nû, 11 bajarvanî ketine destê wê.

Fehîm Işik bal dikşîne ser îdîayên hîle û sextekarîyê dibêje hikûmet li hîn bajarên wek Serêkanîyê, Wêranşar, Bîrecîk îmkanên dewletê bikar tîne û hewil dide ku encaman bigure.

"Taybetî Serêkanîyê cîhekî taybet e jiber ku peywendîya namzedê AKPê ligel komên tundrê heye. AKP dixwaze wî bajarî ji destê BDP bistîne û bide namzedê xwe."

Your browser doesn’t support HTML5

Fehîm_Işik_4_2_14_RR