Îro li Çend Eyalatên Amerîka Hilbijer Diçin Ser Sindoqan

Îro roja Sêşemê, li çend eyalatên Amerîkayê, hilbijartina walîyan pêk te. Di nav wan eyalatan de, çavên herkesî li ser hilbijartina eyalatên Virgina û New Jersey ê, ku li wan eyalatan hilbijêr dengên xwe bo hilbijartina waliyan bikartînin.

Your browser doesn’t support HTML5

Îro li Virginia Roja Hilbijartinê Ye

Li eyalaten din jî, hilbijer ji bo şaredar, endamen meclîsen heremî, rêvêbirên sîstemên dibistanên heremî dengên xwe bidin.

Dengdana îro Sêşemê wê bibe derfetekê bo karbidestên hilbijartinê ku dengdaran perverde bikin ku çava ew sistema dengdanê kar dike û peşîya belavbûna zanyarîyên nerast bigirin ku di hilbijartina serokatîya 2020an de çebûbû û he ji berdevam dike. Ji ber iddiayên ne rast, karbidestên hilbijartinên heremî rastî gefên kuştine hatibûn.

Li eyalaten wekî Maine, New York, Texas û hin eyalaten din, hilbijer di bikaranîna dengan de avakirina înîsîyatîfen nû difikirin. Ji bo hin hilbijer tecrûbeya dengdana îsal wê ji sala borî cûda bibe, ji ber ku karbidest bo peşigirtina belavbûna virusa koronayê bergirîyên nû danîn, dengdayînê hesantir kirin ku li cihên dengdanê de qerebalix çenebe. Hejayî gotineyê ku li hin eyalatan ew guhertinên nû wê bimine.

Li hin eyalatan ku ji alîye partîya Komarî ve tên kontrol kirin, dengdar rastî rebazên bihêztir yên dengdayînê tên. Di nav wan de eyalatê Florîda û Georgia hene, ku ji wir dive dengdêr belgeya nasnamayên nû derxîn.

Komarîyan dibejin ew guhertinên nû pewist bûn bo baştirkirina ewlehî û pêbawerîya xelkê piştî hilbijartina serokatîya sala 2020ê. Hejayî gotineyê ku Komarîyan iddîayên nerast yên Serokê berê Donuld Trump berdevam dikin. Serokê berê Trump iddîa kiribû ku di hilbijartinê de sextakarî çebûye le ew bi tû belgeyan iddiayên xwe îspat nekir.