Di navbera partîyên Kurdan de protokola îtîfaqê hate nivîsandin. Heta niha axiftin tenê liser Îtîfaqa Cumhur û Îtîfaqa Mîllî hebûn, lê niha behsa Îtîfaqa Siyan jî tê kirin ku “Îtîfaqa Kurdistanî” ye.
21 Rêşemîyê 2019’an de Hevserokên HDPê, Pervîn Bûldan û Sezayî Temellî bi partîyên Kurdistanî re hatin ba hev û li ser protokolekê li hev hatin.
Ev îtîfaq dê tenê li ser hilbijardinan bimîne an dê di navbera Kurdan de hergavî be?
Bersîva vê pirsê ji aliyê serokê giştîyê yê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak hatdan.
Bucak, li ser encama îtîfaqê rawestîya û dîyar kir ku gel dixwaze ev îtîfaq bihên berdewam kirin û got "Îtîfaqa hilbijartinê dikare bibe îtîfaqeke hergavî. Ew jî dîsa di destê me Kurdan de ye. Derkê vê îtîfaqê em Kurd dikarin fireh bikin. Ji bo vî jî yên ku ana di vê îtîfaqê de cî nagrin ew dikarin her gav beşdar bibin û derî ji wan re vekirîye".
Heke Kurd di navbera xwe de îtîfaqekê çêkin gelo dewleta Tirk dê çawa temaşe bike? Ji bo bersîva vê pirsê jî Sertaç Bucak got "Heke dewleteke aqilane be, gerek dij dernekeve, lê em dibînin ku helwesta dewletê di demên dawî de li beranberî Kurdan bi awayekî dijayetî dimeşe.”
Your browser doesn’t support HTML5