Komisyoan Hilbijartinan li Lîbya Rastî Êrîşên Xwekujî Tê

Dîmenên êrîşa xwekujî bo ser avahiyê komisyona bilind ya hilbijartinan li Terablus(Tripoli)

Hat nû kirin: DAIŞ'ê di daxuyaniyek xwe de ku di A'amaq de hatiye weşandin, êrîşa ser avahiyê komisyona bilind ya hilbijartinan li Lîbya girt ser xwe û da zanîn ku, 2 ji endamên wan êrîş pêk anîye, A'amaq weke ajansa çekdarên DAIŞ'ê tê naskirin, piraniya saxuyaniyên wê li A'amaq tên weşandin.

Çarşemê, li bajarê Terablus paytexta Lîbya , çekdarên tundrê êrîşên xwekujî li dij Komisyona bilind ya hilbijartinan pêk anî, herî kêm 7 kes hatine kuştin û agir bi avahiyê Komisyonê xistine.

Xalid Omer, rêvebirê ofîsa ragihandinê ya Komsiyana hilbijartinan got, hêzên ewlekariyê şer ligel êrîşkaran encam da, yên ku kontrola avahî kir bûn di encam de "7 kes hatine kuştin, sê ji qorbaniyan karmendên komisyona hilbijartinan bûn û 4 jî endamên hêzên ewlekariyê".

Lê ajansa Reuters da zanîn ku di heman êrîşê de 12 kes hatine kuştin. Xalid herwiha got"min xwekuj bi çavên xwe dît, dema di gotin Elahu Ekber û xwekujekî li nava avahî xwe teqand, û yên din agir berda hin beşên avahî, em weke karmend li dervey avahî ne û hêzên ewlekariyê li dij wan şer dikin'.

Mediya civakî wêneyên bûyerê weşandin dema ku, dûkela reş ji avahiyê Komisyona bilind ya hilbijartiana li taxê Xûte yê bajarê Terablus bilind dibû.

Heta amadekirina vê raportê ti aliyan êrîş negirtîye ser xwe, Netewên Yekbûyî alîkariyê dide welatiyên Lîbya da ku, hilbijartinên ku hatine plan kirin li dawiya îsal bihên encam dan, komsiyana hilbijartinan navan di nivîse û amadekariyên hilbijartinan dike.