Di Hilbijartinên Şaredarîyê de Dengderên Kurd li Tirkîyê Çi Dibêjin?

Ji Kongra HEDEP'ê

Di Adara 2024’an de, li Tirkîyê û herêmên Kurdan wê libijartinên şaredarîyê werin çêkirin.

Desthilatîya Tirkîyê li ser navê Hevpeymanîya Gel bi awayekî blok amadekarîya vê hilbijartinê dik. Her ji niha de gelek rê û alavan jibo serkeftinê bidest bixe, bikar tîne.

Hin pisporên sîyasî "Mîtînga Mezin ya Fîlîstînîyan" ku ji alîyê Partîya Dad û Pêşketinê ve hatibû çêkirin jî di vê çarçoveyê de dibînin.

Lê opozîsyona Tirkîyê di vê hilbijartinê de rewşeke dabeşbûyî nîşan dide. Di 31 Adarê 2019’an de opozîsyon di çarçoveya Hevpeymanîya Neteweyî de beşdar bûbû Stenbol û Enqere di serî de li gelek bajaran bi dest xistibûn.

Gelek sazîyên lêkolînê û pisporên sîyasî radigîhînin ku ev serkeftin dibe ku carek din dubare nebe. Sedema wê jî, ji holê rabûna Hevpeymanîya Neteweyî tê dîyarkirin.

Lê pisporê ragihandina sîyasî Îbrahîm Ûslû di vî warî de cûda temaşe dike. Ûslû ji Dengê Amerîkayê re nêrîna xwe wiha anî ziman:

Pisporê Ragihandina Sîyasî û Lêkolînvan Îbrahîm Uslu


“Bi ya min CHP an jî Kemal Kiliçdaroglu dibe ku bi opozîsyonê re hevpeymanîyeke nû çêke. Ji xwe CHP bi awayekî siruştî dixwaze bi hemû partîyên opozîsyonê re were ba hev. Pêkane ku di hilbijartinê de jî îtifaqek pêk were.”

Di vê derê de cîyekî girîng jî partîyên Kurd û dengderên Kurd digrin. Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) heta niha daxûyanîyeke fermî nedaye.

Piştî hilbijartinên 14 Gulanê gengeşîyên ku di nav HDP û YSP’ê de hatin kirin wek rêya sêyemin xwe nîşan da.

Gelo dengderên Kurd li ser vê hilbijartinên şaredarîyê çi difikirin?

Navenda Lêkolînê û Raman ya Spectrum House li 16 bajaran; Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Cûlemêrg, Agirî, Semsûr, Batman, Qers, Şirnax, Muş, Bitlîs, Erzirom, Çewlik, Sêrt û Dersimê raya gel li ser hilbijartinên şaredarîyê girtin.

Li gor vê lêkolînê dengderên Kurd ji sedî 57,8 ji encama hilbijartinên 14 Gulanê nerazîne, ji sedî 22,6 jî razîne.

Di nav Kurdan de hilbijêrên ku dengê xwe dane AKP ji wan ji sedî 72.3, encama ku derketîye memnûn in, lê yên ku dengê xwe daye YSP ji sedî 76,3, yên ku dengê xwe daye CHP jî ji sedî 77,4 gotine ku ew memnûn nîn in û daxwazên wan nehatine cîbicîkirin.

Azad Barış Serokê Spectrum House


Beşdarvanên vê lêkolînê dilxwazîya xwe di warê hilbijartina şaredarîyê yên 2024’an de jî dîykirine. Li gor vê jî, ji sedan 50,6 gotine emê dengê xwe bidin HDP(HEDEP), ji sedan 17,2 AKP, ji sedan 7,2 jî CHP erê kirine.

Serokê Spektrum House Azad Bariş vê encama ku bi dest xistine ji Dengê Amerîkayê re wiha şîrove kir:

“Em dibînin ku encama hilbijartinên 14 Gulanê hilbijêrên Kurd memnûn nekirîye. Ji sedî 70 him îtifaqa ku hatibû çêkirin û him jî biryarên ku HDP/YSP girtibû jê ne razine. Lê dikarim bêjim di vê navberê de hin gorankarî çêbûne û wisa dixwîye ku HEDEP ji sedî 2,7 dengê xwe bilind kirîye.”

Your browser doesn’t support HTML5

HEDEP û Hilbijartinên Şaredariyan_Raporta Enqerê