Hilbijartinên li Îraqê û herêma Kurdistanê nêzîk dibin, bi nêzîk bûna roja hilbijatinan, kampeyn li hemî bajar û bajarokan xûrt dibe, parêzgeha Duhokê jî weke hemî herêmên Îraq û Kurdistanê di hewa kampeyna hilbijartinan de ye, lê vê carû cûda ji hemî carên din eşîrgerî û heza eşîrtiyê di nava civakê de li pêşe, piraniya kandîdan liser bingehê êşîrtiyê hatine destnîşan kirin û her êşîrek dixwaze kandîdê wan biser keve.
Hêzên û partiyan siyasî, li ser navê xwe kesên ji nava êşîran kirine kandîd, Rojnamevan Nisret Hadî dibêje"li her welatekî parlamen ciyê rêxistin û biryardanê ye, ew biryar û qanûnên derheqî miletekî de derdikevin bo pêşxistina jiyana welatiyan, divê yên ji herêmê herin parlamena Îraqê pisporî û şarezayiya wan ya derbarê yasa û qanûnan de hebe, jiber ku ji xola yekê ya Parlamenê Îraqê û heta niha gelek fêlên qanûnî di ser Kurdan re hatine derbas kirin".
Hadî dîsan dibêje, di salên 80an heta 90an yên sedsala bûrî de, di nava civaka Kurd de tevgerek a hişyarbûnê hebû ku rolê eşîretan kêm bikin û ber bi jêr bibin, lê "mixabin, piştî 2000an û bi taybet 2003an wan êşîretan em guherandîn, ne me ew guharenadin".
Cemal Çelkî çalakvanê siyasî di nava partiya Komonîsta Kurdistanê de dibêje "partiyên desthilatê jiber ku bingeha xwe ji eşîrgerî û fewdaliyetê digirin nikarîn e baweriya gel qezenc bikin, di van hilbijartinan de herdu partiyên siyasî bo bidest xistina dengan rêya êşîrtîyê hilbijartîye".
Your browser doesn’t support HTML5