Hello Washington: Hilbijartinên Seroktîya Sûrî û Kurd

Beşar Asad Û Xanima wî Asma Asad di dema dengdanê de

Roja Çarşemê 26ê meha Gulanê li herêmên di jêr kontrola rejîma Sûrî de, sindoqên dengdanê hatin vekirin bo hilbijartina serokê Sûriyê bo 7 salan.

Destpêkirina hilbijartina ji aliyê civaka navnetewî ve, bi taybet ji aliyê Amerîka, Ewrupa û Netewên Yekbûyî û hin welatên Erebî hate rexne kirin û weke şanoyek siyasî ya rejîma Sûrî hat niraxandin.

Amerîka û welatên Ewrupa yên hêzdar weke Brîtanya, Almanya, Fransa û Îtalya derbarê hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê daxuyaniyek weşand got dê hilbijartin "ne azad û ne rewa" bin, û dan zanîn ku di demekê de ku şer li wî welatî heye û destûrek nû nehatiye danîn bê ku raya giştî ya Sûriyê li ser hilbijartinan hebe rejma Sûrî hilbijartinê encam dide û ev jî pêçewaneyî hêvî û hezên civaka navnetewî ye.

Ev hilbijartin şanoyeke bi xûna gelê Sûrî tê birêvebirin.
Bêrîvan Hesen

Netewên Yekbûyî û li ser zarê nûnerê taybet rexna hilbijartinan kir û da zanîn ku encamdana hilbijartinan di vê demê de li Sûriyê li dijî biryara Civaka Navnetewî (UN) ya 2254 e.

Li dema ku li herêmên li jêr kontrola rejîmê de hilbijartin hebûn û mediya fermî ya dewleta Sûrî weke govenda hilbijartinan û şahiya serkeftinê didî, li herêma bakurê Sûriyê û li herêmên di jêr kontrola grûpên opozisyona Sûrî û Tirkiyê de xwepêşandanên şermezar kirina hilbijartinên serokatiya Sûriyê hebûn.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê rêvebirin, sindoqên dengdanê nehatin danîn û hilbijartin hatin red kirin.

Li Sûriyê zêdetirî 10 salane şerên navxweyî didomin û 100 hezaran kes hatine kuştin û mîloynan kes koçber û penaber bûne li derve û di nava axa Sûriyê de.

Li gor çavkaniyên navxwe yên Sûriyê şeva Pêncşemê, encamên hilbiajrtinan ji aliyê Serokê Civata Gel (parlemena Dîmeşqê ) Hamûdî Sebbax ve hatin ragihandin ku Beşar Asad di hilbijartinan de 95.1% ya dengan bidest xistine û dê jibo 7 salên din bibe serokomarê Sûriyê.

Berivan Osman Hesen Endama Desteya Rêveber ya Partiya Yekîtîya Demokratîk PYD'ê

Civaka navnetewî pêşwext dabû diyar kirin ku hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê şanoyeke û ti nîşan û mercên hilbijartineke azad tê de nayên dîtin.

Kurd li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke beşekî giring yê pirsgirêka Sûriyê tê dîtin û niha rêveberiyek xweser ava kirîye û herêmek otonum ji xwe re dane ava kirin, di çarçova şerê li dij DAIŞê Amerîka û hevpeymaniya navnetewî piştevaniya Hêzên Sûriya Demokrat HSDê dike.

Jibo nirxandina hilbijartinên serokatiya Sûriyê û rolê Kurdan di wan hilbiajrtinan de, Bernama Hello Washington mêhvandiya Bêrîvan Hesen Endama Desteya Rêveberîya Partiya Yekîtîya Demokratîk PYDê û Zuhair Alî çalakvanê siyasî û civaka sivîl li bakurê Sûriyê kir ku nihe li bajarê Entabê (Dîlok) dimîne.

Pêşî Berîvan Hesen got "Jiber ketina grûpên çete destavêtina hêzên derve hişt ku aloziyên li Sûriyê zêde bibin û çendî alozî zêde bibin gelê Sûrî bihayê wê dide".

Bêrvîna derbarê planên pêşerojê ku bikare çareseriya pirsgirêkan bike, bal kişand ser plana û tecrûbeya partiya wan û got ku ew tecrûbeya ku heta niha li bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye meşandin ku netewên cûda lê dijîn tecrûbek demokratîke û hemû gelê Sûrî dikarin bihevre bijîn.

Bi hêvîne ku kurd vê carê jî nebin qurbana Yalta’yek din
Zuhair Alî

Derbarê rijdbûna rejîma Asad û dijatiya tecrûbeya Rêveberiya Xweser û piştevaniya Amerîka bo HSDê û MSDê Bêrîvan Hesen got "Daxwaz û hêvîya me ewe ku Amerîka çawan ji aliyê leşkerî de piştevanî da me, destpêkirina ji Kobanê û heta şerê dawî yê dijî DAIŞê weha ji aliyê siyasî ve jî bo satbîle kirina herêmê piştevaniya xwe dom bike."

Berîvanê derbarê hilbijartin got "Ev hilbijartin şanoyeke bi xûna gelê Sûrî tê birêvebirin."

Zuhair Alî Çalakvanê Siyasî-Efrîn - Tirkiye

Zuhair Alî çalakvanê civka sivîl wî jî nêzrînên xwe di bernamê de anîn ziman û got ku "Çareseriyek bo pirsa Sûrî nîne, çi ji aliyê hêzên navxweyî û çi ji aliyê hêzên derve yên biyanî, her yek li gor berjewendiya xwe tev digere."

Derbarî rewşa Kurdan li Sûriyê Zuhair got ku "Em weke kurd xelet dimeşin", nêrîna Zuhair Alî ewe ku divê Kurd li Sûriyê nebin terefekî şer.

Derbarê Hilcivîna çaverêkirî ya Serokê Amerîka Biden Û serokê Rûsya Vladimir Putin di meha Hezîranê û çareseriya pirsa şerê zêdetirî 10 salan yê Sûriy Zuhair got "Bi hêvîne ku kurd vê carê jî nebin qurbana Yalta’yek din".

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 28 05 2021 Hilbijartinên Sûriyê