Jiber Gefeya Bombeyekê li Avahîyeke Hikûmetê, Washingtonê di Rewşa Hişyarîyê de Ye

Avahîya Wezareta Saxlemî û Xizmetên Mirovî ya Amerîkî (HHS) li Washingtonê. Wêne: AP

Hate ragihandin ku îro Çarşemê gefeya bombeyekê li nav avahîyeke Wezareta Saxlemî û Xizmetên Mirovî ya Amerîkî (HHS) li Washingtonê hebû û di encamê de ew avahî ji karmendan hate vala kirin.

Bûyer li avahîya Humphrey ya wezaretê danê nîvro qewimî û bû sedema valakirina avahîyên derdorê û girtina çend kolanan jî.

Hêjayî gotinê ye ku avahîya Dengê Amerîka jî li tenişt cihê bûyerê ye û ew jî jiber vê gefeyê hate vala kirin.

Hîn ti hûrgilî derbarê vê gefeyê tune ne, lê berdevka HHS Sarah Lovenheim di daxuyanîyekê de got ku wan avahî jibo hişyarî û parastinê vala kir.

Polîsên federal ji nêzîk ve rewşê dişopînin, lê ti bûyer jiber vê gefeyê ne qewimî ye.