Şandeya Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) di çarçoveya rewşa Kurdan û mafên zimanê Kurdî de do li Enqerê serdana Delegasyona Yektîya Ewrupa kir.
Di nav şandeyê de Serokê HezKurdê parêzer Suphî Ozgen, Nûnerê HezKurdê yê Enqerê Salîh Efe, rêvebirê Hez Kurdî nivîskar Yahya Munîs û Ragip Reşat Mutlu cî girtin.
Şande ji alîyê rêvebirê Delegasyona Yektîya Ewrupa Stefano Fantaronî, şîretvana karên sîyasî Sema Kiliçer, şîretvana mafên bingehîn û civaka sîvîl Eser Canalîoglu Çinar ve hate pêşwazî kirin.
Piştî serdanê naveroka vê hevdîtinê Serokê HezKurdê Ozgen ji Dengê Amerîkayê re rave kir:
“Zimanê Kurdî her roj ber bi tunebûnê ve diçe. Loma jî em dixwazin ku mafê zimanê Kurdî were qebûl kirin. Me hem li ser rewşa Kurdan û hem jî li ser mafên zimanê Kurdî serdana Delegasyona Yekîtîya Ewrupa kir. Daxwaza me jî ew bû ku bila Yektîya Ewrupa jî alîkar bidin û zimanê Kurdî bigiheje statuya fermî.”
Ozgen dîyar kir ku hevdîtin baş derbaz bûye û nûnerên Ewrupî wan re gotiye ku ew agahdar in ku li Tirkîyê mafê Kurdan kêm in û statuya zimanê Kurdî jî tuneye.
Ozgen bal kişand dike ku armanca HezKurd ew e ku zimanê Kurdî di her warî de were bikaranîn û di nav dibistan û sazîyên dewletê de jî jê re statuyeke fermî were vekirin.
Jiber wê jî HezKurdê bi awayekî fermî ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Şaredarîya Stenbolê Ekrem Îmamoglu dawaza randevuyê kirîye.
“Em berî her tiştî dixwazin ku Kurdî di qadeke fireh de were bikaranîn. Heke statuyeke fermî ji Kurdî re vebe wê gavê Kurdî jî wê têkeve asteke baş. Emê ji Serokamar Erdogan vê yekê daxwaz bikin. Ji Îmamoglu jî emê daxwaz bikin ku bila Kurdî di nav şaredarî û civakê de were bikaranîn û şaredarî jî bila piştgirî bide.”
Your browser doesn’t support HTML5