Hêzên Sûrî 41 Sivîl Kuştin

Hêzên Sûrî 41 Sivîl Kuştin

Komelên mafên mirovan: Hêzên Sûrî 41 sivîl kuştine bi mebesta ji hev belav kirina xwepîşandanên demokrasîxwaz li navend û başûrê wî welatî.

Leşkerên hikşmetê bi piştevanîya tankan bo roja çarê ser hev êrîş kire dora bajarên Himus, Rastan û Talbiseh.

Komelên mafê mirovan dibêjin bi kêmî 25 zarok hatine kuştin ji jimara 1,000 kesan ji demê xwepîşandana li dijî Serok Beşar Esed destpê kirîn. Ew dibêjin hêzên parastinê pitir ji 10,000 kesan girtine.

Her li vî demî rêberên rikaberên rejîma Esed li Tirkîyê kom dibin û fermana hikûmetê jibo lêxweşbûna giştî red dikin û dibêjin ew dê berdewam bin di hewla guhertina rejîmê de.