Hêzên Ewlekarî yên Sûrî 8 Xwepêşander Kuştin

  • -

Li bajarê Banyas xwepêşanderên demokrasîxwaz yên Sûrî bi keviran bersîva polîsan didin. Gulan, 27, 2011.

Di xwepêşandanên seranser Sûrîyê de, bi kêmî ve 8 kes ji alîyê hêzên ewlekarî yên Sûrî ve hatine kuştin.

Bizavkar û dîdevan dibêjin, 3 kes li taxa Qatana ya paytaxt Şamê, bherî kêm 3 kesên din li bajarokê Dael ya başûr, 1 kes li bajarokê Zabadanî û 1 kes jî li nêzîkî tixubê Lubnanê hatine kuştin.

Dîdevanên paytaxt Şam li demeke zûtir ya Înîyê ragihandibûn ku hêzên ewlekarîyê nêzîkî 1500 kes dorpeç kirin ku jibo xwepêşandaneke kom bibûn. Li bajarê Himusê jî, rûniştvanan ragihadibûn ku jiber hebûna gelek leşkerên artêşa Sûrî, tenê bi sedan kes jibo xwepêşandanan derketine kolnan.

Rûniştîyekî Himusê ji ajansa Reuters re got, wan di xwepêşandanê de dengê guleyan bihîstin.

Bizavkarên mafê mirovan ragihandibûn, hêzên ewlekarîyê li bajarê Der El Zor ya rojhilatê bi guleyên rastîn êrîşî xwepêşanderan kirin.

Tevî hebûna tund û tûjîyê, bizavkarên mafê mirovan yên Sûrî bang li artêşê dikin ku piştgirîya xwepêşandanên Înîyê bikin.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, Zêdeyî 1000 ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin, ji meha Adarê ya destpêbûna xwepêşandanan vir ve.

Li alîyê din, hêzên cîhanê jî dengê xwe li hember tund û tûjîya hikûmeta Sûrî bilind dikin. Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî, roja Pêncşemê bernivîsa pêşnîyarek amade kir ku eciqandin û tepeserkirina Sûrîyê ya li hember xwepêşanderên aştîyane şermezar bike.

Bernîvîsa ku ji alîyê Brîtanya, Fransa, Almanya û Portekîzê ve hatiye amade kirin, bang li rejîma Sûrî dike ku dem û dest dawî li tund û tûjîyê bîne.

Bernivîs her wiha kuştin, girtina bê sedem, hindakirin û êşkence jî nav de, “zêdegavîya sîstematîk ya mafê mirovan” jî şermezar dike.