Hizbullah a Libnanî dibêje serkirdeyê wê li gel şandeka serhildêrên Hosî yên Yemenê kom bû.
Gurûpê îro Yekşemê got Hesen Nesrella li gel serokê şandê, peyvdarê Hosiyan Mihemed Ebdulselam kom bû ji bo gutûbêjkirina pêvajoyên dawî yên şerê navxweyî yê Yemenê.
Bawere ku Hizbullah rahênan û piştgiriyê pêşkêş dike ji bo serhildêrên Hosî yên ku li Yemenê şerê koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî dikin.
Hizbullah a ku ewjî wek Hosiyan piştgiriya Îranê werdigre, dibêje Hosî şerekî dijî Erebistana Saudî û imperyalîzma Amerîkî dikin.
Îran piştgiriya Hosiyan dike lê idîayên çekdarkirina wan red dike.