Dr. Dilovan Mihemed, rêvebirê giştî yê tendirustîya Hewlêrê îro Yekşemê got ku kesên bi vîrusa korona mirine zêde bûye loma wan biryar da ku li seranser Hewlêrê bazar, mol, firoşgeh û cîhên giştî û yên borandinê bi şev werin daxistin.
“Heya 4’ê vê mehê 580 pêketîyên koronayê li nexoşxaneyan mane û yên ko bi giranî bi vê vîrusê ketine 50 kes in û di bin çavdêrîya nojdarî de ne,” Mihemed got.
Tê zanîn ku li gor amarên wezareta tendirustî ya Kerêma Kurdistanê hejmara tûşbûn bi vîrusa korona gîhaye 7048 kesan û hejmara mirinan jî giheştiye 240 kesan.
Your browser doesn’t support HTML5