Karbidestên Îraqê îro Înîyê ragihandin ku li Hewlêr ya paytexta Herêma Kurdistanê ya Îraqê jiber barîna baraneke zêde lehî rabûye û di encamê de zarareke mezin ya pêk hatiye.
Walîyê parêzgeha Hewlêrê, yê paytextê herêma Kurdistana Iraqê Omîd Xoşnaw îro dîyar kir ku gor pênzanînên destpêke herî kêm 12 kesan jiyanên xwe ji dest dana û gelek kes jî birîndar bûne.
Omîd Xoşnaw da zanîn ku piranîya mirinan li taxa Daratu pêk hatiye û di nav qurbanîyan da 3 jin û zarokekî jî hene.
Your browser doesn’t support HTML5
Hevdem, wî welatîyan xwest li malên xwe bimînin û got ku tê pêşbînîkirin ku lehî bi rojan berdewam bike.
Nebez Ebulhemîd, Qaymeqamê Hewlêrê eşkere kir ku di nava qurbanîyan de kesên biyanî jî hene ku yek ji wan welatîyê Tirkîyê û kesek jî yê Fîlipînê ye.
Berpirsê Meterelojîyê yê Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrahîm jî ragihand ku , li navenda bajarê Hewlêrê nêzî 59.2 mîlîmetre baran bariye, herwiha li sînorê nahyeya Şemamik zêdeyî 72 mm û li Pîrmamê jî 83 mm baran bariye.
Rêveberê navçeya Qoştepe jî got ku, bi sedema lehîyê zarar gehîştiye 200 otomobîl, 100 mal û 60 dikanan û her wiha li vê navçey 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serlehîya li Hewlêrê û zaraên wê peyameke weşand û got ku ew "jiber windabûna can û zararên bi sedema lehîyê derketine holê gelek xemgîn e."
Barzanî da zanîn ku wan bo lêkolînkirina bûyerê lîjneyeke ava kirine û bo hevkarî û alîkarîya malbatên qurbanîyan û kesên zarar dîtine ji destê wan tê wê bikin.
"Min ferman da hemû dezgehên hikûmetê ku dem û dest piştgirî û alîkarîyê pêşkêşî heremên ku bandor bûne,bikin," Barzanî got.
Tîmen berevanîya sivîl, hêzên polîs, û Pêşmerge jî bi tîmên rewşa awarte û rizgarkirinê li heremên lehîyê xebatên xilaskirina kesên winda û alîkarîya welatîyan didomînin.
Serê sibeha îroja avên şêlî li taxên Daratu, Quştepe, Şemamk, Zhyan, Roşînbirî û Bahrkayê diherikin û her wiha kolan û mal di bin avê de mane.
Hejmara kuştî û birîndaran û her wiha rêjeya zararan hîn jî bi temamî, ne dîyar e.
Di van salên dawî de Îraq rûbirûyê bûyerên giran yên jingehê ye; wek germahî û hişkesalîyê ye, lê hevdem lehîyên wêranker jî pêk tên.
Pispor dibêjin ku guherina jingehê dibe sedema bûyerên giran yên îqlîmê yên mînaî hişkesalî û her wiha zêdebûna tundîya bahoz ûbaranê.