Li Herêma Kurdistana Îraqê Dengdana Taybet ya Parlamanê bi Rêkûpêkî Didome

Dengdana taybet ya hilbijartinên Herêma Kurdistana Îraqê didome.

Li Duhokê di dengdana taybet ya hilbijartinên Herêma Kurdistana Îraqê de hêzên pêşmerge, asayîş, polîs û yên din ku 40,956 kesên ku mafê dengdanê heye li 142 navendên dengdanê dengê xwe didin.

Li Hewlêrê jî peyvajoya dengdanê bi başî dewam dike û ti kêşe çênebûye.

Di dengdana taybet de bi tenê hêzên ewlekarîyê deng didin ku li gor agahîyan hejmara wan 215,960 e û ew jî 7,4 ji sedê hejmara dengdayên Herêma Kurdistanê ye.

Komîsyona Hilbijartinan ya Serbixwe ya Îraqê ragihandibû ku jibo hêzên ewlekarîyê, ku erkên wan li derveyî Herêma Kurdistanê ne, 12 navend hatine vekirin.

Hilbijartina Parlamana Herêma Kurdistanê di 20ê Cotmehê de, anku roja Yekşemê pêk tê ku bi giştî 100 kursîyên parlamenê hilbijêre.

Komîsyona Hilbijartinan ya Serbixwe ya Îraqê biryar dabû ku 5 ji 100 kursîyan jibo kêmanîyan veqetîne ku 2 jibo Asûrîyan, 1 bo Ermenîyan û, 2 ji jibo Tirkmen in û jin divê herî kêm %30 ji endamên hilbijartî pêk bînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartinê de partîya ku 51 kursî dibe, piranîya parlamanî bi dest dixe.